Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê 15 rojnamevanên Rûsî vexwendin da hevdîtinan bi berpirsên Hevbendiyê û Artêşa Azad û dezgehên civaka sivîl re pêk bînin, di çareçoveya plana kar ya Rêvebriya Ragihandinê bo xurtkirina têkiliyan bi raya giştî ya cîhanê re û şirovekirina nerîna Şoreşa Sûriyê û pêşhatên siyasî û leşkerî.
Ehmed Remedan Hevrêzkarê Rêveberiya Ragihandinê di lêdwanekê de got ku ew rojnamevan nûneratiya hejmarek ji damûdezgehên medyayî yên giring li Rûsyê dikin, û ew vexwendin ji bo wan hatiye şandin di çarçoveya têkiliya berdewam bi rojnamevan û damûdezgehên ragihandinê re ji bo xurtkirina helwesta Şoreşê li ser asta cîhanî.
Herwiha dê ew şand hevdîtinekê bi serokê Hevbendiyê Enes El-Ebde û cîgirê wî Ebdulehed Sitêfo û Emîndarê Giştî Ebulîlah El-Fehed û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û Komîteya Yasayî û nûnerên Artêşa Azad a Sûriyê re pêk bîne.
Remedan di heyma hevdîtina xwe bi şanda rojnamevanî re got ku rejîma Esed dijî Şoreşa Sûriyê bi şêweyek terorî kir, tevî ku mikur hat ku şeş mehên pêşîn aştiyan e bû, lê hêzên wê zêdetirî 3ê hezar xwepêşander kuştin, û diyar kir di navbera sala 2012 û 2013an de, hêzên Esed 2885 sivîl di hejmarek kokujiyan de kuştin, di nav wan de 200 zarok, û di sala 2013an de Esed gaza kîmyawî li Xûta Şamê bikar anî û 1400 welatiyên sivîl kuştin, ku piraniya wan jin û zarok bûn, herwiha Esed alîkar bû di hatina terorîstan de bi hemû coreyên wan, û alîkar bû di peydabûna rêxistina DAIŞê de û xurtkirina wê de, û anîna çeteyan ji 40 milîsên mezhebî ji Îraq, Evxanistan, Libnan û Yemenê bo Sûriyê.
Remedan destnîşan kir ku piştevaniya Potîn ji Esed re dostaniya di navbera gelê Sûriyê û Rûsya de dixe metirsiyê de, herwiha Rûsya 4 caran Vîto bikar anî da ku Esed di Encumena Asayşê de neyê tewanbarkirin, û hêzên asîmanî yên Rûsî zêdetir ji 3ê hezar sivîl kuştin û çekên qedexekirî bikar anîn.
Û got ku Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê bi çareseriya siyasî re ye, û tekez kir ku ew bi biryarên Encumena Asayişê re bû derbarê çareseriya siyasî mîna beyanameya Cinêvê, lê kiryarên Potîn û Esed di rêya tundkirina leşkerî û kuştina milet re bû asteng li pêşiya cîbicîkirina biryarên navdewletî û pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê