Toreya Sûriyê ya Mafê Mirovan 13hezar Bermîlên Teqîner yên Rêjîma Esed ji destpêka dijminkariya Rûsya de bi ser Sûriyê de berdane belgeh kirine, digel ko balyozê Rûsya yê Netewên Yekbûyî got Rêjîma Esed bikaranîna Bermîlên Teqîner rawestandiye.
Her wiha Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan di raporta xwe de 658 Bermîlên Teqîner yên ko Rêjîma Esed di meha eylûla çûyî de bi ser sivîlan de berdane belgeh kirine, û ew bûne sedema kuştina 71 sivîlî ji nav wan 15 zarok û 9 jin.
Û biryar heye ko îro Encûmena Ewlekariya Navdewletî dengdanê li ser pirojeyê Firensî bike, yê tê de daxwaza rawestandina êrîşên asmanî li ser bajarê Helebê dike.
Her wiha Rûsya jî wê pirojeyê biryareke din pêşkêş bike, çi tişt li ser rawestandina êrîşên asmanî yên li ser Helebê tê de nîn e, û balyozê Birîtanya yê Netewên Yekbûyî Matyo Rikroft li ser Biryara Rûsî got: “ew hewldaneke pêkenînê ye, da çavan ji ser bombebarana Helebê biguhere.”
Û her 15 Endamên Encûmenê, ev bû heftiyek reşbeleka pirojeyê biryara Firensî gengeşe dikin, û îro Şembiyê wê ji bo dengdanê bête pêşkêşkirin, piştî ko balyozê Firensî Can Mark Îrolît pêncşemê serdana Mosko û ya Waşinton Roja înê kir da pirojeyê biryarê digel wan gengeşe bike.
Jêder: Acans