Îro piştî danê nîvro, endamên desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî de, Hewas Xelîl û Fûad Alîko, ligel şanda rojnamevanên Rûsiya kom bûn, şanda hatiye vexendin ji aliyê Hevbendiyê ji bona girêdana hevdîtinan ligel firaksyon û berpirsên Hevbendiyê di çarçoveya karnameya warê ragihandinê de ya ji bo xurtkirina pêwendiyan ligel raya giştî ya cîhanî û şirovekirina nêrîna şoreşa Sûriyê li hember pêşhatên siyasî û leşkerî.
Fûad Alîko endamê desteya siyasî li ser beşdariya kurdan di şoreşê de û herwiha li ser pênase û damezrandina ENKSê û tevlîbûna wê di nav Hevbendiya Niştimanî de axivî, û hat li ser behsa derdeseriya dutaq ya li ser gelê kurd li Sûriyê, ku ji aliyekî de wek beşek ji tevaya gelê Sûriyê rastî serkutkirin û girtin û cewsandina siyasî dibin, û li aliyekî din wek miletê kurd ku bi dirêjahiya dehên salan der heqê wan de astengî û biryar û pirojeyên şofînîst dihatin pêkanîn.
Ji aliyê xwe ve, Hewas Xelîl endamê desteya siyasî hat li ser behsa siyasetên nijadperêstî yên rêjîma Sûriyê û bi taybetî li ser Serjimêriya Awarte û bêparkirina gelê kurd ji nasnameya Sûriyê û herwiha destdanîna li ser zeviyên wan û dabeşkirina zeviyên cotyarên kurdan li ser Erebên mexmûrî yên hawirde.
Heryek ji Alîko û Xelîl bal kişandin li ser siyasetên PYDê yên tekalî li ser navçeya kurdî û qedexekirina jiyana siyasî wek heman rewşa di dema rêjîmê de, herwiha rexene li lênêrîna desteya bilind ya vê dawiyê di kongirê Londonê hatî pêşkêşkirin kirin.
Herwiha herdu endamên Hevbendiyê daxwaza gihandina dengê êş û azarên gelê Sûriyê bi rêka ragihandinê bo gelê Rûsiyayê kirin, ji bo gunehbariya rêjîma Potîn ligel rêjîma Esed di rijandina xwînê de bidin nasîn, da ku welatiyên Rûsiya zanibin ku rêjîma Sûriyê ew bi xwe bi terorê radibe, ne wek rêjîma Rûsiya dibêje ku şoreşger terorê dikin.
Di dawiya hevdîtinê de herdu endamên ENKSê bersiva pirsên rojnamevanên Rûsiya dan ku bêhtirîn li ser PYDê û zalgeha wê ya leşkerî li ser kurdistana Sûriyê bûn, û li ser karînên wê yên abûrî û çawaniya mifedîtina ji Rûsiya û Amerîka û Rêjîma Sûriyê, herwiha li ser mijara mifadîtina wê ji firotina petrol.
Û herwiha behsa amara gelê kurd li Sûriyê û hebûna cemewarî ya ENKSê di şeqama kurdî de û xalên nakok û hevbeş ligel PYDê hat kirin, herwiha endamên ENKSê bal kişandin ser ku baweriya ENKS bi çareseriya leşkerî nine, û xebata wê her ji destpêka şoreşê de û heta niha aştiyane ye, berovajî PYDê ya ev rewş bikar anî ji bo leşkerkirinê û sepandina zalgeha xwe ya leşkerî li ser şeqama kurdî.
Herwiha herduyan tekez kirin ku ew ligel çareseriya siyasî ne, hevdem cext li ser giringiya pêkanîna biryarên encûmena ewlekariyê derbarê çareseriya siyasî ligor daxuyaniya Jinêvê kirin, û berpirsyaretiya têkçûna baredoxan û zêdebûna rijandina xwîna xelkê Sûriyê xistin stûyê Rûsiya, û tekez kirin ku rawestandina Rûsiya li tenişta Rêjîmê heta niha dibe sedema necêbicêkirina biryarên navdewletî, û dibe kelem di riya pêkanîna veguhestina siyasî de li Sûriyê.
Jêder: Hevbendî