Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ahengek bi boneya bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî û cejna Newrozê li gel Kombenda Serbixweyên Kurd li herêma Efrînê lidar xist.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî gotinek pêşkêş kir û di peyva xwe de pesnê rola kurdan di şoreşa sûriyê de û helwestên wan ên dîrokî yên parastina xaka sûriyê û yekîtiya gelê sûrî da, û tekezî li ser hevgirtin û karê bi hev re bo temamkirina rêya şoreşê û pêkanîna hêviyên gelê sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de kir.
Her weha tekez kir ku cejna newrozê cejna hemû sûriyan ne, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî biryarek deranî têde hat ku roja Cejna Newrozê roja bêhinvedanê ya fermî ye li tevaya deverên rizgarkirî.
Û Elherîrî daxwaz ji tevaya xelkê deverê kir ku vegerin mal û cihên xwe, û bal kişand ser ku şaştî hene lê kar li ser çareserkirina wan şaştiyan dibe, daku maf ji xwediyên xwe re vegerin.
Û Endamên Kombendê ji Hevbendiya Niştimanî xwestin ku ofîseke wan li devera Efrînê hebe, û qurbaniyên mezin yên ku tevaya xelkê deverê ji kurd û ereb û tirkan pêşkêş kirine bilind nirxandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî