Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, peyamek derbarê pêşketinên rewşa Sûdanê û çawaniya alîkariyê di derxistina Sûriyên ku li wê derê asê mane de, arasteyî Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel kurê Ferhan kurê Ebdullah Al Siûd û Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî kir.
Û Elmislit di peyama xwe de bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî gelek bangewazî ji sûriyên ku li Sûdanê asê mane wergirtine, di nav de gelek xwendekarên Sûrî yên li Sûdanê dixwînin û malbatên wan ên ku di nava taxên Xertûmê yên ku pevçûn têde derketine de asê mane.
Û Elmislit bal kişand ser ku pevçûnên navxweyî yên li Sûdanê diqewimin, û bandora wan li ser rewşa ewlehî û mirovî, bûye sedema dorpêçkirina gelek malbatên Sûrî li wê derê, û ketine bin metirsiya guleyên bêserşûber de, û daxwaza alîkariyê li gor karînên berdest kir, ji bo veguhestina hemwelatiyên Sûrî ji komara Sûdanê di riya dabînkirina riyên ewle re, bi armanca derxistin û dabînkirina birina wan bo deverên ewle.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî