Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, gurkirina metirsîdar ji aliyê rijêma Esed ve, bi armanckirina xwepêşanderên aştiyane li bajarê Siwêdayê bi guleyên zindî, ku di encamê de hejmarek kes birîdar bûne, şermezar kir. Û ev şêwe kiryarên rijêma Esed yên tund û tawanên wê li dijî xwepêşanderên aştiyane di sala 2011an de tîne bîra sûriyan.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro got ku rêbaza rijêma Esed di serederiya li gel sûriyan nehatiye guhertin, ji ber ku hîn heman amûrên leşkerî û ewlekarî yên ku sivîlan bi çekan armanc dike bikar tîne, û çi amûrên tirsandina sûriyan li ba wê hene bikar tîne, tevî bombebarana deverên nişteciyan û girtina rikber û çalakvanên civaka sivîl û pêkanîna tevaya cureyên serkutkirinê li deverên di bin kontirola wê de.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku armanckirina xwepêşanderên sivîl ên aştiyane vê dawiyê li Siwêda, bêsûdebûna srederiya hejmarek ji dewletan li gel rijêmê diçespîne, ew dewletên ku hêvîdar bûn rijêm kiryarên xwe biguhêre, an berve çareya siyasî ya cihê hêviyê de here, ji bo cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê hejmar 2254 ya sala (2015)an.
Û Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ya tam ji tevgera aştiyane ya gelê me li başûrê Sûriyê re anî ziman, û ji Encûmena Ewlekariyê xwest ku mîkanîzmayên ku bihêlin rijêma Esed neçar bibe û bikaranîna tundûtûjiyê rawestîne bikar bîne, û parastina sivîlan bê kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de ji medyaya erebî û navdewletî xwest ku roniyê bidin ser tevgera gelê me li başûr, yên ku daxwazên wan niştimanî û rewa ne, û nûnertiya daxwazên tevaya sûriyan dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku berdewamiya rijêma Esed li Sûriyê dê bibe sedema qeyranên zêdetir û kûrtir li ser hemû astan, herwiha tekez kir ku pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê girêdayî pêkanîna veguhestina siyasî ne, bi rêya cîbicîkirina tam ji biryara 2254an ya Encûmena Ewlekariyê re, û xurtkirina Sûriyan ji bo çarenivîsa xwe ya avakirina Sûriya paşerojê ya ku li ser bingeha pirensîpên azadî, demokrasî û serweriya yasayê û mafê mirovan ava bibe, bi dest xwe ve bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî