• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 1 February , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Bêdengiya Civaka Navdewletî Derbarê Komkujiyên li Sûriyê Pirotesto Dike

August 19, 2019
in Nûçeyên Hevbendiyê
Hevbendiya Niştimanî Bêdengiya Civaka Navdewletî Derbarê Komkujiyên li Sûriyê Pirotesto Dike

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Dîma Mûsa, bêdengiya Civaka navdewletî li ser kuştarên ko bi destê rêjîmê û Rûsya çêdibin pirotesto kir. û matmayîna xwe anî ziman li ser ku çawa Encûmena ewlehiyê di vê rewşa aloz de rûniştina xwe ya mehane derbarê Sûriyê bidûr xist.

Di kongirê rojnamevanî de evro duşembê bo axaftina li ser rewşa siyasî û meydanî çêbû û bi taybetî li ser rewşa mirovî ya li Idlibê pêk tê. Mûsa di destpêka kongir de got: Kongir ji bo şandina nameyan ji civaka navdewletî re û pirotestokirina tewanên li pêş çavê civaka navdewletî dibin e, û got ko civaka navdewletî “pûç bûye”.

Û matbûna xwe aşkere kir li ser ko çawa di vê rewşa aloz de Encûmena ewlehiyê rûniştina xwe bidûr xist, ku ev ji miletê Sûrî re diyar dike ko civaka navdewletî guhdanê li rewşa Sûriyê nake û dewlet ji berpirsiyariyên xwe direvin

Bal kêşand ser ko operasiyona leşkerî ya tund ya ko rêjîm dide ser Idlib û gundewarê Hema hêj berdewam e’’bi piştgiriya rasterast ji Rûsya û Îran û bi piştgiriyeke ne rasterast ji yên ko vê komkujiyê dibîne û bêdeng e. ‘’

Her weha tekez kir ko herêmên rizgarkirî li bakurê Sûriyê xweragiriyeke efsaneyî diyar dikin, û destnîşan kir ko bêtir ji 4 milyon sivîl hene, û çend hezar şoreşger berevaniya wan dikin, li himber yek ji mezintrirîn hêzên leşkerî di cîhanê de, ko nexweşxane û tirimbêlên hawarhatinê û tîmên bersivdanê – berevaniya sivîl ya Sûrî- û bazarên gelî amanc dikin.

Diyar kir ku bi sedehezaran ji destpêka operasiyonê ji nîvê nîsana bûrî derbider bûne, piraniya wan li çolan in bê çi pêdiviyên jiyanê, û bê alîkariya mirovî di Roja Cîhanî ya Karê Mirovî de.

Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser hevkariyê bi hemû hêzên şoreşgerî û aliyên Sûrî û hemû alayên bi Hevbendiyê re kar dikin kir, û got ku Idlib û gundewarê Hema yê bakur û hemû herêmên rizgarkirî ji pêşindeyên me ne, û şoreş berdewam e.

Û diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî hevdîtinên xwe digel Tirkiyê û yekîtiya Ewropî û Emrîka û dewletên Erebî li ser rewşa Idlibê û gundewarê Hema berdewam dike, û destnîşan kir ko ew giraniyê ji bêtir salekê ve didin parastina herêmên rizgarkirî ên pêşwaziya koçberên ji tevaya Sûriyê kirine.

Û tekezî kir li ser ku “ bêkarbûna dewletan em gihandin vê rewşê”. Û bal kişand ser ku di dema vê helmeta leşkerî ya ji hêla rijêmê û hevalbendên wê ve, wê ne pêkan be sivîl li vê deverê bimînin, eger ev helmet berdewam be, di deverekê de ku rojbiroj dorpêş lê teng dibe.

Û Mûsa di kongirê rojnamevanî de dît ku rewşa bakurê Sûriyê hewcedarî helwestin mêranetir û mirovîtir û xurtir û zelaltir e, ji hêla ew kesên navê “ dostên gelê Sûriyê li xwe kirine”.

Û berdewam kir û got: “ Bi mukurhatina Rûsya. Rijêma esed li ber ketinê bû, eger Rûsya dijminkariya xwe ya yekser li dijî gelê Sûriyê pêkneanîba”, û her weha got ku “ divê îro em tevaya eniyên em karibin li her dera em lê hene vekin, li ser hemî astan, çi medyayî an siyasî anjî li sivîl û leşkerî be”.

Û Mûsa tekez kir ku “şoreş bi hêz û serhişkiya gelê Sûriyê sax e”, û got ku ev saxbûn diyar e “ di karê ew kesên dil û malên xwe ji koçber û penaberên sivîl ên bakur re vekirine de, ên ku hemî karînên xwe kirinine ji bo sivîkkirina barê xuşk û birayên xwe yên Sûrî”.

Û bal kişand ser ku “ îro tevaya hêzên şoreşa me armanckirî ne, ne tenê li Idlibê”, û daxwaza hevkariyê kir, û got ku “ hêza me di yekbûna me de ye, divê em pev re kar bikin di şerê xwe yê bingehîn de, dijî rijêmê û hevalbendên wê, û her kesê ku ji bercewendiyên wê re, çi rasterast be an ne rasterast be, kar dike”.

Û bal kişand ser dosya girtiyan, û got ku “faylê girtî û bêserûşûn û wendayan yek ji pêşindeyên me yên sereke ye, û divê em kesûkarên wan ên dixweazin wan bibînin ji bîr nekin, bi kêmanî naskirina çarenûsa wan. Silav û rêz bo her kesê di riwê vê rijêma tewankar de derdikeve û şer ji bo gelê Sûriyê û kêşa wî dike”.

Û rêzgirtina xwe diyar kir ji sivîlan re ên ku wan dibîne “ hembêzgeha rastyeqîn ji şoreşê re”, û got ku “ ew bûn ên ku rahiştin barê bêkêriya civaka navdewletî û hîn jî radihêjnê”, û got ku ew rênimaya karê me ne. û armanca me ya sereke ew e, em barê wan sivik bikin, û bi taybetî ewên li Idlibê û gundewarê Hema yê bakur”.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

 

 

ShareTweetSend

Posts Related

Îsa: Çemê Qiwêq Dîdevanê Hovîtiya Rijêma Esed e di Danûstandina Wê ya bi Sivîl û Girtiyan re
Nûçeyên Hevbendiyê

Îsa: Çemê Qiwêq Dîdevanê Hovîtiya Rijêma Esed e di Danûstandina Wê ya bi Sivîl û Girtiyan re

January 31, 2023
Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Îsa: Çemê Qiwêq Dîdevanê Hovîtiya Rijêma Esed e di Danûstandina Wê ya bi Sivîl û Girtiyan re

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.