Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tawana nû yaku milîsên PYDe yên terrorist pêk anîye, bi bombebarankirina gundê Kuwêt Elrahme yê nêzîkî Efrînê li gundewarê Helebê yêku penaberên Sûrî lê bi cih bûne û bûye sedema kuştina sivîlekî û birîndarbûna hin kesên dîtir şermezar kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de duh êvarî got ku Milîsên PYDe yên terrorist, bi awayekî berdewam bi kiryarên dijminkarî û tawankarî radibin, û ev yek jî tekez dike ku ew rûyekî din yê rêjîma Esed e, û herdu jî li ser kuştina sivîlan û wêrankirina deverên rizgarkirî û kuştina gelê Sûriyê û mezinkirina trajediya mirovî kar dikin.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku bombebarankirina cihê niştecihbûnê yê taybet bi koçberan, eşkere dike ku armanca van milîsan ji bombebarankirinê kuştin û birîndarkirina hejmara herî mezin ji Sûriyan e, ji ber ku devera hatiye armanckirin bi sivîlan mişt e.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî kir ku amedebaşiya xwe bilind bike, û rûbirûyî van milîsan bibe û bersivê bide wan, da sînorekî li pêşiya wan deyne, daku hîn bêhtir sivîlan armanc nekin.
Û Hevbendiya Niştimanî bêdengiya navdewletî li hember komkujî û kiryarên terorîstî yên van milîsên tirorist dermafê sivîlan şermezar kir, û daxwaza rakirina sîwanê ji ser wan kir, her weha daxwaza nehêlana metirsiya ku bi awayekî berdewam gefê li jiyana sivîlan dike kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî