Endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civînek di riya entirnêtê re bi Wezîrê Darayê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdilhekîm Elmisrî, û hejmarek ji abûrînasan re lidar xist, bi armanca vekolînkirina danîna yasayan ji veberhênanê re û çalakkirina aboriyê li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê.
Û civîngeran tekezî li ser hewcedariya kontrolkirin û rêkûpêkirina aborîya deverê di riya rêxistinkirina wê re û xistina wê di çarçoveyeke yasayî de kirin, daku mafên tevaya aliyan misoger bike, û çalakkirina rola wezaret û saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî daku Karsazên Sûrî û biyanî li ser veberhênanê li deverê han bide.
Û amedebûyan astengiyên dikevin riya Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Demkî de derbarê çalakkirina aboriyê li deverê gengeşe kirin, û di serî de tunebûna jîngeha veberhênana bi ewlehî, û jêrxaneya rûxandî, û tinebûna yasa û lîsteyên qanûnî ên ku pirosesa veberhênanê rêxistin bike, her weha tinebûna saziyên darayî yên girêdayî Hikûmetê û balavbûna Koronayê li vê dawiyê.
Û bal kişand ser girîngiya handana li ser veberhênanê li deverê ji ber gelek avntac hene ku dihêlin veberhêner bixwazin lê kar bikin, wek hebûna gelek kesên bi kêrî kar tên li deverê, û erzanbûna mûçeyan li gor deverên din, her weha bikaranîna lîreya Tirkî di jiyana rojane de li deverê, û hebûna hin kargehên biçûk.
Û civîngeran hejmarek ji temîniyan pêşkêş kirin, û di pêşî de avakirina Encûmeneke Aborî ya Bilind, û Komîteyeke Hevbeş ya girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî, û pêkanîna serjimariyekê li deverên rizgarkirî, da karibin kesên Karin kar bikin herweha çavkaniyên darayî destnîşan bikin, û xêzkirina nexşeyeke aborî ji deverê re.
Û daxwaza dabînkirina xizmetguzariyên giştî wek av û elektrîk û enêrciya pêwîst ji kargehan re kirin, her weha xizmetguzariyên tenduristî û çaksazkirina hin rêçên sereke daku bi hêsanî bigihên bazaran.
Û civîngeran temîniya piştgiriya pirojeyên biçûk û navincî kirin, û terxankirina devereke sînorî ji bo veberhênanê û hêsankirina operasyonên hinartina berheman û vekirina wê li pêş herkesî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî