Bi hevrêzkariya Ofêsa Revendên Sûrî ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ve, Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya D. Nesir Elherîrî, û amedebûna Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa, û Wezîrê Tenduristiyê Meram Elmisrî û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî, civînek ji dûr ve di riya enternêtê re li gel serokên Revendên Sûrî li Emrîka û Erebistana Siûdî û Kiwêt û Qeterê lidar xist, û tê de pêşhatên belavbûna bêtara Korona li bakurê Sûriyê, û rêçên xweparastina jê û rola revendan di piştgiriya rêşûnên xweparastina ji Koronayê gengeşe kirin.
Û Elherîrî cextî li ser girîngiya rola Revendan di pêşkêşkirina piştgiriyên mirovahî û pizîşkî de li deverên rizgarkirî bo rûbirûbûna Korona kir, û got ku pêwîstî bi dabînkirina alavên taqîkirinê û amûrên henasedanê û çakkirina navendên tenduristî li deverên rizgarkirî heye.
Û li ser rewşa tenduristî ya têkçûyî li deverên di bin kontirola rêjîmê de, ya ku hîn siyaseta înkarkirinê bikar tîne axivî, û hişyarî da ji rewşa belavbûna mezin ji Covid19 re, û tekezî li ser serbestberdana girtiyan û nehêlana ku rêjîmê di riya vê bêtarê re tewanan dermafê girtiyan bikar bîne û veşêre kir.
Û ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Demkî şîroveyek pêşkêş kir, derbarê ku Hikûmeta Demkî ji destpêka belavbûna nexwaşiyê li dewletên cîhanê, rêşûnên parastina ji Covid19 li deverên rizgarkirî bi demeke dirêj pêkanîn, û bal kişand ku wan tedbîran hişt ku Vîros dereng bighê deverê, û tekezî li ser hevkariya hemû aliyan ji bo rûbirûbûna vê bêtarê kir.
Û Wezîrê Tenduristiyê ji amedebûyan re hejmarek ji vekolîn û serjimariyên Wezareta Tenduristiyê derbarê rêşûnên xweparastinê li ser gelek astan ji bo kêmkirina pêketinê diyar kir, û hejmarek ji pêşniyaran pêşkêş kirin, wek bilezkirina avakirina navendên cihêkirina civakî û anîna hejmarek mezin ji mask û keresteyên paqijkirinê, her weha nûkirina avahiyên tenduristî yên derveyî xizmetê ji ber bombebarana rêjîmê û zêdekirina navendên çareserkirina Korona di nexwaşxaneyên kar dikin de.
Û tekezî li ser avakirina pirojeyekî çêkirina maskên ji caw li deverên rizgarkirî û pêkanîna helmetên hişyarkirinê derbarê kêmkirina combûna xelkê û guhdana jihevdûrbûna civakî û girtina deriyê xwaringehan.
Ji aliyê xwe ve Serokê Revendên Sûrî bal kişand ser giringiya danîna pilaneke sitratîcîk a hevbeş di navbera Hevbendia Niştimanî bi nûnertiya Ofêsa Revendan û Hikûmeta Sûrî ya demkî ji alîkî ve, û revendên Sûrî yên li cîhanê belavkirî ji aliyê din ve, ji bo rûbirûbûna vî derdê metirsîdar, û nirxandina hewcedariyan û lidarxistina civînan ji bo cîbicîkirina pilanê.
Û Mektebî spasiya Revendên Sûrî li Cîhanê kir, li ser tevaya şêweyên piştgirî û alîkariyê yên di salên bûrî de pêşkêş kirine, û got ku tevî rewşa aborî ya xirab a ku cîhan û Sûriya têre derbas dibin, dîsa jî di pêşkêşkirina alîkarî û piştgiriyê li ser tevaya astan bo sivikkrina barê vê bêtarê kêmanî nekirine, û got ku em bawer in ku ew kêmaniyê di berdewamkirina wan alîkariyan de nakin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî