Tîma Sûrî di Komîteya Sûrî-Tirkî ya hevbeş de, duh duşemê, civînek bi amedebûna piraniya Endamên Tîmê lidar xist, û civîngeran dosyayên Komîteyê yên di dema bûrî de kar li ser bûye berçav kirin, û dozên ku komîteyê bi hevkariya li gel aliyê tirkî karîye çareseriyan ji wan re bibîne gengeşe kirin.
Û amadebûyan tekez kirin ku Komîte weke dergehekî bû ji bo çareserkirina gelek karûbarên yasayî yên penaberên Sûrî li Tirkiyê, û cextî li ser xurtkirina kar di demên tên de kirin, ji bo pêkanîna rewşeke yasayî ya durist li ser hemû astan li ser tevaya xaka Tirkiyê.
Û amadebûyan bal kişandin ser girîngiya zêdekirina hevrêziyê bi aliyê Tirkî re, û hêviya berfirehkirina rola Komîteyê anîn ziman, da ku tevaya îyaletên Tirkiyê yên ku Sûrî lê dijîn li xwe bigire.
Û behsa pergala rêxistinî û karên bi endamên tîmê hatiye spartin ji bo ku bi awayekî baş bighên armancên komîtê kirin.
Tê zanîn ku Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş bi pêşxeriya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Wezareta Navxwe ya Tirkî bi armanca şopandina karûbarên penaberên Sûrî li Tirkiyê û çareserkirina rewşên wan hate avakirin, piştî hevdîtinekê di navbera Serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde û Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê Suleiman Soylu di dîroka 24/7/2019an de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî