Şandek Ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û hejmarek ji endamên herdu Desteyên Siyasî û Giştî, beşdarî di kongirê yekîtiya êl û eşîran de yê ku li gundewarê Helebê li dar ketiye kir, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa û Şandek ji Desteya Danûstandinê bi Nûnertiya D. Bedir Camûs amade bûn.
Û di bin navnîşana “Hêza Me di Yekîtiya Me de ye” Encûmena Eşîran kongirê xwe yê çaremîn li deverên rizgarkirî bi beşdariyeke berfireh ji hêla curbecur êl û eşîrên sûrî û kesayetên siyasî û leşkerî û nûnerên saziyên civakî lidar xist.
Û amadebûyan redkirina xwe ji şanoya hilbijartinên ne rewa re anîn ziman, û tekez kirin ku ew wek binpêkirina mafên sûriyan di hilbijartina rayedarên xwe de ye, û gotin ku ne ji mafê vî tawanbarî ye ku beşdariyê di çi hilbijartinan de bike, û ne pêkan e ku hilbijartinên durust li sûriyê li dar bikevin berî veguheswtina siyasî û amadekirina destûrekî nû li gor biryardanên navdewletî.
Û Encûmena Êlan ji civaka navdewletî daxwaz kir ku tawanên kujer rawestîne û wî veguhêze Dadgeha Navdewletî ji ber tawanên metirsîdar ên ku dermafê gelê Sûriyê pêk aniye.
Û amadebûyan kiryarên Milîsên PYD yên terroristî dermafê xelkê me li devera Rojhilatê Ferêt şermezar kirin, her weha tawanên Îranê û bizava wê di operasyonên guhartina demografî de li sûriyê û rola Rûsiya di armanckirina ewlehî û aramiyê de li deverên rizgarkirî şermezar kirin.
Û beşdaran pêşniyarin pêşkêş kirin, têde giringiya rola eşîrên sûrî û fîdekariyên wan li hember rijêma Esed û milîsên terrorist wek Îran û Daiş û PYD diyar kirin, û tekezî li ser rola wan di nehêlana guhartina demografî de û rola wan di pêşeroja Sûriyê di warê siyasî û civakî de kirin.
Û daxwiyaniya dûmahî ya kongir, tekezî li ser giringiya yekîtiya Eşîrên sûrî yên Ereb û Kurd û Turkiman ên musliman û xiristiyan û rawestanda wan weke hesarekê di rûyê rijêma tawanbar de, yaku xwestiye ku binyada civakî jihev bixe û rola wan di rûbirûbûna milîsên terorist û cudaxwaz de nehêle, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî