Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, komcivîneke diyalogî di bin Sernava Komelkujiyên Rijêma Esed Dermafê Filistîniyan li baregeha Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Bajarê Ezazê bi amadebûna Cîgira Serokê Hevbendiyê û Hevrêzkara Ofîsê Ruba Hebûş û Hevrêzkarê Komelgeha Filestînî-Sûrî ya Azad (Mesîr) Eymen Ebo Haşim û hejmarek ji tîmêm xwendekar û xwebexşan lidar xist.
Û Cîgira Serok aliyek ji kiryarên rijêma Esed ê bav û lawê wî dermafê Filestîniyan nemaze piştî şoreşa sûrî û tiştên ku li kampa Yermok bûne û helmetên girtin û koçberkirinê dermafê Filestîniyên li kêleka şoreşa sûriyê rawestîne berçav kir, û bal kişand ser ku rijêma Esed bi dirêjiya dehên salan bi mebest doza Filestînî dişêwand û ew ji naveroka wê vala dikir.
Û Hevrêzkarê Komelgeha Mesîr Eymen Ebo Haşim şiroveyek li ser aliyên cudahiyê di navbera doza Filestînî û Sûrî de pêşkêş kir, û bal kişand ser taybetmendiya doza Filestînî ji ber ku ew berxwedan e dijî çandina kiyanekî dagîrker, di dema ku şoreşa sûriyê xebatê dike daku rijêma siyasî yaku bi kotekiya leşkerî xwe li ser jiyana sûriyan bi dirêjiya dehên salan sepandiye hilîne, û tekezî li ser pêwîstiya ku gelê sûrî yekrêziya xwe biparêze, û perçebûna siyasî û nakokiyan li paş xwe bihêle, û rênimaya xwe berve heman dozê araste bikin, nemaze gava ku rastî çi gefên ku dibin asteng di riya pêşketinê de tên.
Û Ebo Haşim bal kişand ser hin aliylên beşdariya Filestîniyan di şoreşa sûrî de, wek redkirin ji rijêma ku herdem bazirganî bi doza Filestîniyan kiriye, û kiryarên nandozên Elcebhe Elşehbiyê û yên di rêza wê de anî ziman.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya ku sûdê ji nexşeya têkoşîna Filestînî bê kirin kir, û arastekirina rênimayan herdem ber bi kêşeya sereke, dûrî nakokiyên siyasî, û bilindkirina asta gotara niştimanî yaku tevayan dicivîne, daku doza sûrî di dilê xelkên wê û raman û çand û kiryarên wan de zindî bimîne, ta bighêjin dewleta sivîl û demoqrasî li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimnî ya Sûrî