Şandek ji endamên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, beşdarî di vekirina Nexweşxaneya Zanîngehî û qonaxa yekemîn a projeya Zanîngeha Navdewletî ya Zanist û Geşepêdanê li Ezaza gundewarê Helebê kir.
Û çalakiya vekirinê bi amadebûna Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn yê ku Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit ev kar pê sipartiye, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Endamên Hevbendiya Niştimanî Atif Zirêq, Es’ed Elîto, Ebdilrihman Hac Zêno, her weha hejmarek ji wezîr û akadîmisyan û çalakvanên leşkerî û sivîl li deverê pêk hat.
Ev proje wek bersivdana hewcedariya herêmên rizgarkirî bi nexweşxaneyeke zanîngehî, her weha li ser daxwaza xwendekarên zanistên pizîşkî li bakurê Sûriyê tê, û Serokê Zanîngehê D. Mustefa Derwêş şiroveyek li ser giringiya pirojeya ku hatiye vekirin pêşkêş kir, û rûberê piroje û şiyanên wê yên pêşbînkirî û girîngiya wê ji bo xwendekarên zanîngehê diyar kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmetê tekezî li ser giringiya vê projeyê û pêwîstiya hebûna wê di vê qonaxê de kir, ji ber bandora wê li ser pêşdebirina piroseya xwendinê li deverên rizgarkirî.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî ji nêz de li rewşa pirojeya ku kar li ser tê kirin, yê pêşbînkirî ye ku di heyama çend heyvên dahatî de bikeve xizmetê de, temaşe kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî