Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiya tevaya gelê Sûriyê bi cejna serxwebûna Sûriyê kir, cejna ku encama xebateke gelêrî û siyasî û şoreşgerî ye, û yekîtiya gelê sûrî bi saya beşdariya tevaya pêkhatên wî çesipand.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de Îro, di bîranîna heftê û pêncemîn de got ku gelê sûrî ala serxwebûnê wek sembola şoreşa xwe hildidin, û ew wek nîşanê ye ku ev şoreş berdewamî ye ji pirojeya rizgariya niştimanî ya komelgehî re, yaku bav û kalên me ji bona azadiya welêt, tevaya welêt, dest pê kirine.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku sûrî îro di bin silogana “Gelê Sûrî Yek e” de xebatê dikin, û tekez dikin ku xebat li ser rêya serxwebûna ku dê ji nû de serdema stemkariyê bidawî bîne, berdewam e.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniyê de bal kişand ser ku Sûriya bangê dide tevaya xelkê xwe ku astengî pir û guhêrbar in. û got: Erk e li ser milê me ku em di rêxistina kar de berdewam bin, ji bo xistina vê rijêma ku Sûriya ji nû de vegerandiye dema dagîrkeriyê, lê vê carê dagîrkeriyeke pirjimar e, ji Rûsiya de bigire ta bighêje Îranê û milîsên wê yên mezhebî û terosrîstên bi nijadên curbicur.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku ew di bîranîna vê rojê de hêz û vîna sûriyan ya xwirt ji bo bidestxistina serxwebûna rasteqîn tekez dikin, Sûriya ku dê hemû gelê wê têde azad û rûmetdar bijîn û mafê xwe bistînin, û got: Em mane û berdewam dikin û bi saya yazdan em ê bi ser bikevin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî