Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, di riya odeyeke tilfizyonî ya girtî re, hevdîtinek li gel girûpek ji çalakvanên nûnertiya tevgera şoreşgerî li deverên rizgarkirî dikin lidar xist, û bi wan re behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî derbarê doseya sûriyê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser çalakî û karên ku Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên cîbicîkar pê radibin pêşkêş kir, û li ser encamên şopandina wan ya meydanî ji piroje û saziyên ku xizmetkariyan bo welatiyan pêşkêş dikin axivî.
Û Elherîrî di axaftina xwe de li ser destpêşxeriya Qeterî û Rûsî û Tirkî axivî, û bal kişand ser ku civîna hersî welatan ti encam neda, lê dê destpêk be ji pêngavin dîtir re, daku kar berve çareya siyasî de bibin, û berve rêya mirovahî û dabînkirina pêdviyên mirovî herin.
Û Elherîrî cext kir ku rijêma Esed li ser helwest û rêbaza xwe ya leşkerî rijd e, û naxwaze têkeve nava pirosesa siyasî, di dema ku Netewên Yebûyî hîn li rola xwe digere, û got ku Nûnerê Netewên Yekbûyî Ger Pederson, di lidarxistina gera şeşemîn ji karên Komîteya Destûrî ya Sûrî de biser neket.
Û Elherîrî tekez kir ku hemû alî ji pirosesa destûrî ya bêencam ne razî ne, nemaze di dema rijdiya rijêmê ku berve lidarxistina hilbijartinan di heyvên dahatî de here, û daxwaza guhartina mîkanîzmên karê Komîteya Destûrî ya Sûrî ji Netewên Yekbûyî kir, ew jî di riya danîna xiştekareke demê ya zelal ji wê pirosesê re, û têkevin gengeşeya naverokên destûrî, û divê ku Nûnerê Navdewletî rola xwe ya tam wek karsiparteyekî ji aliyê Netewên Yekbûyî ve bi karê xwe rabe, ne wek posteciyekî be, û aliyê pirosesê bipaş dixe bi nav bike, ne tenê ji dûr de balê bikşîne ser.
Û Elherîrî cext kir ku çare li sûriyê dê di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî re be, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 û avakirina desteya hukumdarî ya veguhêz bi hemû karînên wê yên cîbicîkar, û pişt re bi diyaloga niştimanî rabin, û hilbijartinin demoqrasî bi serpereştiya Netewên Yekbûyî lidar bikevin.
Û Elherîrî bal kiand ser ku Hevbendiya Niştimanî hemû bijardeyan dixwîne, û bandora her bijardeyekê di aliyên erênî û neyînî de li ser hêviyên gelê sûrî di pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê de gengeşe dike.
Û ji aliyê xwe ve amadebûyan tekez kirin ku rijêm demê winda dike, û di beşdariya pirosesa siyasî de xwe bi şûnde dide, daku serkeftina leşkerî pêk bîne, û amadebûyan xwestin ku derbasî ragihandina pirensîpên destûrî bibin, û tekezî li ser yekîtiya xaka sûriyê kirin.
Û amadebûyan hejmarek ji pêşniyaran li ser karê Komîteya Destûrî ya Sûrî pêşkêş kirin, û hinan pirsa sûde û encama beşdariya têde kirin, di dema ku rijêm bi berdewamî astengiyan derdixe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî