Rêveberiya Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî û Saziya Gewher ya Pirojeyên Geşepêdanê, workşopek bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan a di 10 berfanbarê de ye li dar xist, û girûpek ji çalakvanên di curbecur waran de dixebitin beşar bûn.
Û workşopa ku li baregeha Hevbendiyê li gundewarê Helebê li dar ket, ji hejmarek beşan pêk hat, wek: tundûtûjiya siyasî û beşdariya siyasî ya ewle û giringiya wê ji gelek beşên civakê re.
Û workşopê di pêşniyarên xwe de giringî da danasîna tundûtûjiya siyasî û binpêkirinên gereke giliyê kesên ku pêk anîne bibe, û rêşûnên ku divê ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya siyasî bên standin.
Û di komxebatê de hejmarek gotûbêj der barê tundûtûjiya siyasî û beşdariya siyasî di rewşa Sûriyê de hatin kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî