Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek li gel çalakvaniyên sivîl û şoreşgerî li bajarokê Minix yê Gundewarê Heleb lidar xist, û bi hev re behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û pêşketinên pirosesa siyasî kirin.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Endamên Desteya Siyasî D. Bedir Camos û Mihemed Yehya Mektebî û Yasir Elferhan û endamên Desteya Giştî Ehmed Bekûra û Necîb Eelrehmûn û Ehmed Elşihadî amade bûn.
Û Elherîrî şiroveyek li ser çalakiyên Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, û tekez kir ku armanc ji van çalakiyan ew e ku ketwarê sûriyan li van deveran çak bibe, û asta xizmetguzariyê têde bilind bibe.
Û Elherîrî li ser berdewamiya rijêma Esed û piştgir wê û milîsên PYD di armanckirina sivîlên deverên rizgarkirî de axivî, û tekez kir ku armanc ji wê dijminkariyê têkbirina ewlehî û aramiyê, û nehêlana avakirina çi pirojeyên geşepêdanê ye.
Û bal kişand ser ku rijêma Esed hîn ret dike ku tevlî çi pirosesên siyasî ên dighêjin çareya siyasî ya rasteqîn li ser bingeha daxwiyaniya Cinêvê û herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 bibe.
Û Elherîrî tekezî li ser giringiya yekrêziya civakî û hevkariya di navbera tevaya çalakiyên sivîl û şoreşgerî de kir, her weha karê bi hev re ji bo çakkirina ketwar û debara jiyana nişteciyan û rûbirûbûna bûyerên pêşhatî.
Û endamên çalakvaniyên sivîl hejmareke pêşniyar û pirs arasteyî şandê Hevbendiyê kirin, û li ser ketwarê deverê û dijwariyên ku di warê xebatê de rastî wan tê axivîn, û daxwaza xurtkirina pêwendî û hevrêziya li gel Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo rêxistinkirin û rêvebiriya kar tekez kirin, her weha çakkirina rewşa xizmetguzariyê û debara jiyanê li deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî