Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, li gel şandekî ji Encûmena Niştimanî ya Kurd ya Sûrî bi Serokatiya Endamê Desteya Serokatiya Encumenê Mihemed Ismaîl civiya, û pêre curbecur dozên hevbeş ên ku dê asta guhdana navdewletî bi doza gelê Sûriyê zêde bike ji bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 û pêkanîna veguhestina siyasî ya tam li welat, gotûbêj kirin.
Û di civînê de Serokê Desteya Danûstandinê Bedir Cemûs, Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdulmejîd Berekat, nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd di Hevbendiyê de Ebdellah Gado û Rêveberê Ofîsa Encûmen li Stenbolê Şivan Cezîrî amade bûn.
Û Herdu aliyan li ser kêmbûna asta guhdanê vê dema dawî bi doza Sûriyê di nav civaka navdewletî de, ji ber qeyranên din ên ku cîhan tê re derbas dibe, û çawaniya bilindkirina asta baweriyê bi giringiya gihiştina çareseriyekê li gorî biryarên navdewletî axivîn.
Û Îsmaîl şert û mercên zehmet ên niştecihên devera bakur-rojhilatê Sûriyê têre derbas dibe, û tevgera siyasî û cemawerî li dijî buhabûnê bi giştî, û bi taybetî bilindbûna nirxê sotemeniyê û nemana derfetên kar, û derdeseriyên gel ji ber leşkerkirina neçar, û curbecur awayên sînordarkirina azadiyê, berçav kirin.
Û Îsmaîl piştgiriya Encûmena Niştimanî ya Kurd ji tevgera şoreşgerî ya aştiyane li parêzgeha Siwêda re anî zim, û hewlên hin aliyan ku bûyerên berdewam li devera Dêra Zorê di navbera milîsên PYDe û êlên ereb de bikin kêşeyeke erebî kurdî şermezar kirin, û tekezî li ser berdewamiya Encumen di parastina hevsengiyê di nev hestê taybet ê kurdan wek netew û girêdana wan bi Sûriyê ve wek çarçoveyeke niştimanî kir, û bihêzkirina girêdana bi Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ve û karê berdewam bo vegera derbider û penaberên kurd û hemû sûriyan bo warên wan kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiyê tekezî li ser pêwîstiya ku Encumena Niştimanî ya Kurd nûnertiya siyaseta Hevbendiyê li deverên ew lê heye mukum bike, û berevaniya xwe di ber nirx û sembolên niştimanî yên Sûrî de xurt bike, her weha divê Hevbendî jî berevaniyê di ber welatiyên kurd û hemû pêkhatên gelê Sûriyê de bike, û hikumdariya bi hişmendî li deverên girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî bikar bîne, ji bo dabînkirina şert û mercên vegera bi dilê xwe û ewle û rûmetdar ji tevaya derbider û penaberên Sûrî re bo deverên wan yên resen û berdewamiya rêyê berve cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêwendîdar, nemaze herdû biryarên 2018(2013) û 2254(2015) û pêkanîna veguhestina siyasî ber bi Sûriyeke demoqrat û piralî ku tê de azadî û dadmendî pêk were, û cihê tevaya sûriyan bi curbecur cihêrengiyên olî û netewî û çandî têde hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî