Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, li gel Revenda Sûrî li Îyaleta Hatay ya Tirkiyê civiyan.
Û di hevbdîtinê de hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û ya Giştî û nûnerên hejmarek ji saziyên sivîl û şoreşgerî yên li Îyaletê amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek gelemperî pêşkêş kir, û têde tekez kir ku şoreşa Sûrî di deh salên bûrî de di hejmarek ji astengiyên metirsîdar re derbas bû, û bal kişand ser ku hêzên şoreşgerî yên gelêrî û siyasî û leşkerî karîbûn gelek caran bi awayekî serkeftî bi wan astengiyan re bidin û bistînin, û li hember astengiyan xweragir bûn.
Û Elmislit diyar kir ku şoreş îro hewcedarî veguhestineke rasteqîn e di karê şoreşgerî de, nemaze derbarê xurtkirina derfetên hevkariyê û xebatê hevbeş û di pêşketina karê dezgehî de.
Û Elmislit li ser tiştê ku bajarê Deraa rastiyê tê ji dorpêçkirina zordar û tawanên li ser destê rijêma Esed û piştgirên wê û her weha li ser rewşa li Idlibê û gurkirina berdewam dermafê xelkê wê axivî, û tekez kir ku Rûsiya nikare tu karê siyasî berhemdar bike, û got ku di warê navdewletî de tenê çêkirina mirinê û amûrên wê û piştgiriya kujerên di rijêmên stemkar de zîrek e.
Û elmislit giringî da rewşa girtî û penaberan û rewşa sûriyan di dema kêşeya aborî de yaku cîhan têre derbas dibe, û şiroveyek li ser pêşhatên pirosesa siyasî pêşkêş kir.
Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî tekez kir ku serdema rijêma Esed derbas bû, û êdî nikare vegere, û hemû hewldanên nûvejandina wê dê bê sûde bin.
Û Rehmê ji tevaya sûriyan xwest ku yekrêz bin, û rêyên xwe bikin yek, û bidestxistiyên şoreşê û saziyên wê biparêzin, her weha xalên lawaz li paş xwe bihêlin, û cudahiyê li deverên rizgarkirî çêbikin, û berdêlên baş bibînin.
Û Rehmê cext kir ku şoreşa Sûrî tevî rewşa dijwar yaku têre derbas dibe berdewam e, û tekez kir ku tiştê li Deraa îro pêk tê nîşana gelek tiştan e, û tiştê herî girîng ew e, rijdiya vî gelî li ser azadî û rizgarkirina xwe, çendî nirxê wê biha be jî, û deh salên tawanên berdewam ji aliyê rijêmê û sponserên wê ve, vîna gel sist nekirin, û gel ji daxwazên xwe yên rewa paşde venegeriya.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî