Hevrêzkarê Girupa Karê Partî û Şepêlên Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Mihemed Elî Îsa, bi gereke meydanî li hejmarek ji deverên rizgarkirî rabû, û sardana hejmarek ji partî û şepêlên Sûrî kir, bi wan re li ser rêyên hevkarî û karê hevbeş bo pêkanîna armancên şoreşa Sûrî û daxwazên gelê Sûriyê di azadî û Rûmet û Demoqrasiyê de axivî.
Û di vê gerê de serdana Yekîtiya Şoreşgerên Helebê, Partiya We’id, Tevgera Elnehda û Elrefah, Encûmena Idilbê ya Şoreşger û Encûmena Êlên Kurd li Efrînê kir.
Û hevdîtin cûrbecûr bûn, hinek jê rûniştinên hevnasîn û şêwirdariyê bûn, û tekezî li ser neguhêrên Hevbendiya Niştimanî û danasîna bi kar û çalakiyên wê û plana wê bo pêşdebirina bakurê Sûrî û guhertina ketwarê Sûrî, her wiha bihêzkirina pêwendiyan li gel pêkhate û partiyên siyasî hat kirin.
Û di hevdîtinan de li ser çawaniya hevkarî û hevrêziyê di pêşerojê de û avakirina tora têkliyan û hevpeymanan bo yekrêzkirina nerînên siyasî yên teybet bi helwestên sereke yên giştî li hev kirin.
Wan hevdîtin û civînan behsa rewşa partiyên niştimanî yên Sûrî û çalakiyên siyasî yên taybet bi wan kirin, her wiha pêwîstiya danîna planekê bo partiyan ku di dema avakirina kombendekê ji wan re alîkar be, bo pevguhertina nerînên siyasî di navbera hev de, û kar li ser yekrêziya hewlan berve pêkanîna komkirin û piştevaniyê di xizmeta armancên gelê Sûriyê û şoreşa wî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî