Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî serdana baregehê polîsên sivîl û polîsên leşkerî û encûmena xwecihî li bajarê Serê Kaniyê yê gundewarê Hisiçê kir, û li rêvebirina kar di wan dezgehan de û xizmetkariyên ku bo nişteciyên deverê têne pêşkêşkirin temaşe kir.
Û di vê serdanê de Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamên Hevbendiyê Behcet Etasî, Yasir Elferhan, Ednan Rehmon, Mohemed Qedah û Ehmed Tuimê hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û rewşa ewlekariyê li bajêr û pêwîstiya dabînkirina ewlehî û aramiyê li bajêr gengeşe kirin, û Şandeyê Hevbendiyê ji nêz de li rewşa ewlehyê li deverê û xebatên ji bo dabînkirina rûbirûbûna operasyonên teroristî dibin temaşe kir.
Û amadebûyan behsa doseya xelkên ku ji bajêr penaber bûne kirin, û tevayan tekezî li ser pêwîstiya karê ji aliyê hemû saziyên li deverê bo dabînkirina rêyên misogerkirina vegera wan bo zevî û xaniyên wan kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê karê Artêşa Niştimanî ya Sûrî û sazyên polîs û qurbaniyên pêşkêş kirine ji bo rûbirûbûna operasyonên teroristî yên ji aliyê rijêma Esed û rêxistina PKK ya terrorîst pêk tên da.
Û Serokê Hevbendiyê tekezî li ser giringiya pêşxistina karê rêvebirinê û bilindkirina asta xizmetkariyan û dabînkirina pêdviyên tevaya nişteciyan kir, û cextî li ser pêwîstiya avakna jêrxaneya xizmetkariyê her weha dibistan û nexweşxane û firneyan li bajêr kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî