Hevbendiya Niştimanî bi serdanin himbiz bo hejmarek ji navend û çalakî û saziyan li deverên rizgarkirî di herdû rojên şemiyê û yekşemê de bi armanca zêdekirina pêwendî û hevrêzkariyê, û temaşekirina li karên rêvebirî û ewlehî û xizmetkariyê rabû.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, got ku wî û endamin ji Hevbendiya Niştimanî hevdîtin bi kadroyên rêvebirî yê dergehê bajarê Elraî li gundewarê Helebê û tîmên wî yên kar pêk anîn, daku li ketwarê rêvebirina xebatan lê temaşe bikin, û pesnê pîşekarî û rêxistîbûn û hevrêzkariya lê heye da.
Û Elmislit serdana devera pîşesazî ya ku nû li bajarê Elraî ava bûye û hejmarek ji avahiyên pîşeyî û pîşesazî lê hene kir, û dît ku amadekariyeke baş ji jêrxaniya wê re çêbûye, û daxwaza veberhênana li vê deverê ji revendan û karsazan kir.
Û li bajarê Babê Elmislit û endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs, li gel encumena xwecihî û rûsipiyên bajêr li navenda çandê civiya, û herdûyan tekezî li ser pêwîstiya nûnertiya bajêr di Hevbendiyê de kirin, ji ber ku Hevbendî mala şoreşê û sîwana ku hemû aliyan kom dike ye, û behsa rewşa bajêr di warê rêvebirî û rewşa jiyanê de kirin, û li karên encumen û pirojeyên wê yên xizmetkariyê temaşe kirin.
Û di heman bajarî de, şandê Hevbendiya niştimanî serdana zanîngeha Elme’alî yaku destûra karê xwe ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî wergirtiye kir, û tekezî li ser piştgiriya saziyên hînkirinê li deverên rizgarkirî kirin.
Û Şandê Hevbendiyê li gel hejmarek ji rêvebirî û xwendekarên peymangeha Elfurqan li bajarê Bizaa li gundewarê Helebê civiya, û şanaziya xwe bi vê peymangeha ku ta roja îro bêhtir ji 100 xwendekarên ku Qur’ana pîroz ezber kirine anî ziman, û hevdîtinek li gel rûsipî û muxtar û şoreşgerên bajarê Bizaa li dar xist, û tekezî li ser pêwîstiya hevbeşiya rasteqîn di navbera tevaya saziyên şoreşê û kadir û xelkê wê de kir.
Û li bajarê Qibasîn Şandê Hevbendiyê hevdîtin li gel çalakiyên sivîl û rûsipî û encumena xwecihî li baregeha êla Qeregêçan pêk anîn, û erkê sersaxiya bo şehîdbûna şêxê êlê endeziyar Hesen Qedûr pêşkêş kirin, û behsa rewşa deverê û pirojeyên pêwîst bo çakkirina rewşa jiyanê û hînkirin û tendurustiyê têde kirin.
Û Şandê Hevbendiyê fitara xwe li gel malbata ku sê pakrewan pêşkêş kirine vekir, û Elmislit got: “Me fitara xwe îro li gel malbateke pîroz vekir, li mala dayîka gewre Eyşe Kemyan, yaku sê kurên xwe bo vê şoreşê pêşkêş kirine, û bi deyax û razîbûn neviyên xwe xwedî dike, û dudu ji kurên wê yên pakrewan ji qehremanê Berevaniya Sivîl bûn, xwedê wan hemiyan di bihuşta xwe ya nilind de bipejrîne”.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî serdanên xwe li deverên rizgarkirî himbiz kirin, ji bo cîbicîkirina pilana çaksaziyê yaku li vê dawiyê ragihandiye, û armanc jê xurtkirina nûnertiya rasteqîn û tam a gelê Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî