Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, û Endamê Desteya Siyasî D. Bedir Camûs bi serdanekê bo baregeha êla Qeregêçan li bajarokê Qibasîn rabû, û bi rûsipiyên êlê û endamên encumena xwecihî û çalakiyên sivîl re civya.
Û Elmislit sersaxî bo malbat û xwediyên şehîd Şêxê êla Qeregêçan endezyar Hesen Qedûr Kimo pêşkêş kir, û hêviyên semax û aramiyê ji wan re xwestin.
Û Elmislit li ser pirosesa çaksaziyê yaku Desteya Giştî biryar pê daye axivî, û tekezî li ser giringiya wê di çalakkirina Hevbendiya Niştimanî û karê wê û zêdekirina pişikdariyê li gel çalakiyên şoreşgerî û hêzên rasteqîn yên li ser zemînê kir.
Û cextî li ser pêwîstiya ku Hevbendiya Niştimanî nûnerê tevaya pêkhat û sazî û çalakiyên sivîl û şoreşgerî û sendîka û yekîtî û komikên ciwanan û revendên Sûriyê li dewletên penaberiyê be kir.
Ji aliyê xwe ve amadebûyan pêngava ku Hevbendiya Niştimanî di çarçoveya pirosesa çaksaziyê de pê rabûye pîroz kirin, û tekezî li ser giringiya ku Hevbendiya Niştimanî û endamên wê li deverên rizgarkirî bin kirin, daku rewşê bişopînin û pirsgirêkên ku rastî nişteciyan tên çareser bikin.
Û tekezî li ser pêwîstiya guhdanê bi pirosesa hînkirin û perwerdehyê û şopandina karên çandinê nemaze pirojeyên avdanê li deverê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî