Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra bi tundî tawana hovane ya ku duh pêncşemê li parêzgeha Gazîentabê dermafê zarokê Sûrî Ehmed Zeyneb hatiye pêkhatin şermezar kir, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dozê li gel aliyên yasayî yên Tirkî yên ku tometbar desteser kirine û lêpirsînê bi wan re dike dişopîne, da tawankar cezayên xwe bibînin.
Û Elbehra diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî ji duh pêncşemê de tiştê ku bûye di rêya jêderên pêbawer re dişopîne, û Birêveberê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li parêzgeha Gazîentabê Mihemed Elşemal ji bo şopandina dozê hatiye erkdarkirin û serdana Ehmedê zarok û malbata wî li nexweşxaneya ku lê tê dermankirin kir.
Û Elbehra bal kişand ser wê yekê ku wî îro roja Înê pêwendî bi malbata zarok re kir, û careka dî bi tundî tawan şermezar kir û ji wan re tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî amade ye hevrêziyê bi wan re bike ji bo ofîseke parêzerî destnîşan bikin da ku di rêya dadgehên Tirkiyê re dozê bişopîne, ji bo ku tawankar cezayê xwe bi awayekî dadane bistîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî