Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kir ku rijêma Elesed hîn di siyaseta revandin û binçavkirina kotekî de, wek beşekî rêbazkirî ji cenga xwe ya dijî gelê Sûrîyê de berdewam e, û armanca rijêmê ji vê siyasetê ew e, rêzên yekemîn ji çalekvanan tune bike, û tirsê di dilê gelê Sûriyê de biçîne, û vîna wî bişkîne, û nehêli ku riya azadî û dadwerî û rûmetê bişopîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, duh yekşemê, di Roja Navdewletî ya Binçavkirina Kotekî de, got ku tewanên binçavkirina kotekçî li ser destê rijêmê û milîsên terrorist, tevaya beşên gelê Sûriyê tevî beşên herî lewaz dan ber xwe, wek: jin, zarok û kalemêran.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê, bal kişand ser ku saziyan derdora 150 hezar kesên bi kotekî li ser destê hêzên rijêmê hatine binçavkirin belge kirine, û saziyên mafên mirovan hîn bêhtir meh li dû mehê kesên binçav dibin belge dike, û ji destpêka sala 2020an de 901 kesê binçavkirî belge kiriye, bêhtirê wan bûn binçavkiriyên kotekî, li gorî Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de, got ku qebareya bobelata rijêmê bi ser gelê Sûriyê de aniye pir mezin e, û di vir de em girtiyên di bin îşkenceyê de li şaxên istixbarata leşkerî hatine kuştin bibîr tînin, yên ku wêneyên Qeyser perçeyek ji tiracîdiya wan eşkere kiriye, tiracîdiya ku hîn berdewam e, û îro bideh-hezaran girtî di zîndan û girtîgehên şaxên asayîşê de ne, û cûrbecûr îşkence dermafê wan bikar tên, nemaze di dema belavbûna Vîrosa Korona de li Sûriyê, ew jî tê wateya ku ev gefeke din e li ser jiyana bi hezaran girtî.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku berdewamiya tunebûna xebatên cidî derbarê diyarkirina çarenûsa bi deh-hezaran ji binçavkiriyên kotekî, bêhêvîbûneke mezin li rex bi deh-hezaran malbatên ku xoşewîstên wan tûşî binçavkirina kotekî bûne çêdike.
Û Hevbendiyê xwest ku divê dawîyeke yekser ji piştguhxistin û sistbûna navdewletî ya cihê şermê ye derbarê tewan û binpêkirinên metirsîdar dijî mafên mirovan, yên ku rijêm pêktîne hebe, divê ev tewan werin rawestandin, û nehêlin ku dubare bibin, û kesên di ber de berpirsyar werin cezakirin.
Û Hevbendiyê Niştimanî eşkere kir ku ji çalakvan û saziyên civaka sivîl û desteyên serbixwe tê xwestin ku bilivin, daku fişarê li ser dezgehên navdewletî bikin, û bihêlin ku ew berpirsyariyê hilgirin, û dewletên çalak han bidin ser hilgirtina berpisyariyê derbarê van tewanên rêbazkirî.
Û cextî li ser pêwîstiya veguhestina wan doseyan bo Dadgeha Cezayên Navdewletî , û peyketina berpisyarên wan tewanan û tevaya tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên li Sûriyê pêkhatine bibe.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêwîstiya cîbicîkirina biryarên bi vê mijarê ve girêdayî ji Encûmana Ewlekarî ya Navdewletî dike, û cextiyê li ser bicîanîna Ragihandina Cîhanî bo Parastina Kesan ji binçavkirina kotekî dike, û diyarkirina rewşa binçavkiriyan, û çarenûsa kesên binçavkirî, her weha rabûna bi tedbîrên guncaw ji bo dîtina kesên binçavkirî, û nîşankirina cihên wan, û serbestberdana wan, û ger mirî bin destnîşankirina cihên termên wan, û radestkirina wan ji xelkên wan re, û qerebokirina wan ji aliyê darayî û razberî ji ber ziyanên li wan bûne, û dubarenebûna tewanan dabîn bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî