Komelgeha Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê, di raporeke xwe de di roja Navdewletî ya Qurbaniyên Binçavkirinên Kotekî de, anî ziman ku rijêma Elesed di girtina bêhtir ji 1800 filestînî, zarok û jin û kalemêr di nav de hene berdewam e.
Û Tîma Çavdêriyê di Komelgehê de, 1797 girtî û 620 qurbanî ji penaberên Filestînî yên di bin îşkenceyê de hatine kuştin belge kir, û bal kişand ku hejmara rasteqîn ya girtiyan û qurbaniyên îşkenceyê ji yên hatine belgekirin zêdetir e, ji ber ku rijêm navê girtiyan vedişêre û ti agahiyan nade, her weha xwediyên qurbaniyan jî ti agahiyan derbarê mirina kurên xwe yên di bin îşkenceyê de mirine nadin, daku ew ji aliyê rijêmê ve neyên peyketin û girtin.
Û rapora Komelgehê got ku girtî di şaxên ewlekariyê û navendên girtinê de rastî tevaya şêweyên îşkencekirnê tên, bêyî ku ti awayên guhdana tenduristî hebe, û di rewşeke mirovahî pir dijwar de dijîn, ji ber wê bi sedan ji girtiyan canê xwe jidest dane.
Û Komelgeha Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê, daxwaza serbestberdana girtiyên Filestînî yên çarenûsa wan nediyar e ji rijêma Elesed kir, û cextî li ser pêwîstiya vedîtina hejmar û nav û cihên ku term têde hatine veşartin piştî mirina wan ji ber îşkenceyan kir, û bal kişand ser ku ji mafê xelkê ye ku çarenûsa kurên xwe zanibin, gelo ew bûne qurbanî an sax in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî