Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tawana cengê û Tawana li dijî mirovahiyê ya ku hêzên dagîrker ên Israîlî di riya armanckirin û bombebarankirina Nexweşxaneya Elehlî Elme’medanî li Gazayê bi awayekî rasterast re pêk anîne, ku bû sedema şehîdbûna bi sedan kesên bêguneh, hevdem li gel berdewamiya êrîş û bombebarankirina taxên sivîlan li seranserê Gezayê şermezar kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de tekez kir ku tawana bombebarankirina Nexweşxaneya Eehlî Elme’medanî tawaneke cengê ye, û tawaneke li dijî mirovatiyê ye, û êrîşeke eşkere ye li ser xalên yasaya navdewletî û yasaya mirovî ya navdewletî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de hişyarî da ji berdewamiya bêdengiya civaka navdewletî derbarê tiştê ku li Gazayê çêdibe, ji komkujiyên tirsnak ên ku navê tawana qirkirinê li wan tê kirin, dermafê gelê Filestînê yê bira li ser destê dagîrkerê Israîlî pêk tên.
Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî xwest ku civîneke awarte ya Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî li dar bikeve, da ku biryarên pêwîst ji bo rawestandina van tawanan û dabînkirina parastina bilez ji sivîlan re bistîne.
û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de ji rêxistinên navdewletî xwest ku hemû fişarên berdest ji bo rawestandina dijminkariya li dijî gelê Filestînê yê bira bikar bînin, û pabendiyê bi yasayên navdewletî û prensîbên mirovî bikin, û hewldanên dagîrker ên koçberkirna bi kotekî ya xelkê Gezayê têk bidin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî