Berevaniya Sivîl ya Sûrî, tekez kir ku rijêma Esed û Rusya êrîşên xwe li ser bakur-rojavayê Sûriyê berdewam dikin, û êrîşên wan hîn dibin sedema mirin û koçberkirina sûriyan.
Û Berevaniya Sivîl di raporeke xwe de, got ku gurkirina leşkerî ji hêla rijêma Esed û Rusya ve li ser 60 bajar û bajarokên deverên bakur rojavayê Sûriyê, ji destpêka heyva niha de, bû sedema kuştina 49 sivîlan, 13 zarok û 10 jin di nav wan de hebûn, û birîndarkirina 230 sivîlên ku 67 zarok û 63 jin di nav wan de hebûn.
Û raporê got ku rêjeya mezin ji êrîşan bi topxaneya rijêmê bûn, ku hejmara wan gihişt derdora 100 êrîşî, û 68 êrîş bi mûşekan bûn, 5 ji wan bi mûşekên ku bi keresteyên şewetandinê barkirî bûn, û êrîşek bi mûşekên bombeyên goşiyî, û 14 êrîş ji hêla balefirên Rusyê ve bûn.
Û raporê diyar kir ku êrîşên Rusya li ser gundê Iştebreq li gundewarê rojavayê Idlibê, bû sedema birîndarbûna jinekê li gundê Elkifêr yê li kêleka cihê hatiye armanckirin, û êrîşên balefirên cengê yên Rusya kampa Elqeşwe li rex bajarokê Elşêx armanc kirin, û ew êrîş bûn sedema birîndarbûna 2 jinan û zarokekî û derbiderbûna tevaya awareyên ku di kampê de dijîn, ku hejmara wan derdora 30 malbatî ye, û bi êrîşên balefirên Rusya yên ku bajarok û gundên gundewarê bakurê Idlibê armanc kirine, jinek û mêrê wê mirin, û mirovekî din birîndar bû.
Û raporê bal kişand ser ku hêzên rijêmê û Rusya di êrîşên xwe yên vê heyva dawî de, di bombebarana rêbazkirî li ser bajar û bajarokên bakur-rojavayê Sûriyê de, sivîl û avahiyên jîndariyê û dezgehên jiyanê armanc kirin.
Û Berevaniya Sivîl hişyarî ji bobelateke mirovahî ya rasteqîn da, bi sedema berdewamiya êrîşên ji hêla rijêma Esed û Rusya ve, û cext kir ku li gel nêzîkbûna werza zivistanê û destpêkirina pêleke derbiderî û koçberiyê, dê derdeseriyên mirovahî zêdetir bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî