Giropên xelkên parêzgeha Siwêda, xwepêşandanên aştiyane li navenda bajêr îro pênşemê berdewam kirin, û daxwaza barkirina rijêmê û cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 kirin.
Û xwepêşanderan pankart hildan û li ser hinan hatibû nivîsîn: Zeviya xwe nefroş e da ku tu pê pasporekê ji kurê xwe re bikirî, xaka xwe rizgar bike û kurê xwe vegerîne welatê xwe. Dê qada Elkerame bimîne kela azadîxwazî û şoreşê. Şoreş sipî bû Mahir û Beşar ew sor kirin. Netinyaho li ser rêbaza Beşar nexweşxane û zarokan bombebaran dike, tu dibistanek e, bazirganê dozê!
Û giropên xelkê ji curbecur deverên parêzgehê duh roja çarşemê, xwe li bajarê Selxed li başûrê Siwêda girtin, da ku beşdariyê di xwepêşandanê de bikin, xwepêşandana ku tekezî li ser daxwazên gel di dawîkirina desthilata diktatorî li welêt û rawestandina serdestiya hêzên biyanî li ser xaka Sûriyê, di riya cîbicîkirina biryarên navnetewî nemaze biryara 2254 kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî