Jêderên corbicor destnîşan kirin ko hejmarek mezin ji Sivîlan birîndar bûne û bûne qurbanî, gava ko hinek Alayên çekdar derdora Herêmên Milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat bombebaran kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, pirotestokirina xwe ji çi karê ko sivîlan amanc dike re tekez dike, çimkî parastina wan erkê hemû aliyan e.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji hemû Alayên leşkerî li Sûriyê kir, ko pabendiyê bi yasayên navdewletî yên ko amanckirina Sivîlan qedexe dikin berdewam bikin, û ji wan xwest ko dûrî kirdeyên wek yên Rêjîmê bikevin.
Tê zanîn ku Merseda Sûrî ya Mafê Mirovan îro kurtevîdyoyek li ser amanckirina hin Alayên leşkerî ji sivîlên taxa Şêx Meqsûd re li Helebê belav kiribû, ya di encamê de bi kêmanî deh kes hatine kuştin û bidehan jî birîndar bûne.
Jêder: Hevbendî