Hin çalakvanan gotin ku mîlîşên YPGê yên ser bi PYDê ve, hêjî kiryarên terorîstî ji kuştin û koçbarkirin û destdanîna ser mal û zeviyan û şewtandina malên sivîlan dikin, herwiha rê li pêş vegera hemwelatiyan bo nav mal û warên xwe digire, nemaze li devera Hol ya ser bi gundewarê parêzgeha Hesekê ve.
Çalakvanan diyar kir, ku zarokek binavê “Bilal Elmuchim Eltelah'” ji aliyê YPGê ve hat kuştin bi sedema birîndarbûna wî berî du rojan piştî ku YPGê gule reşandin xwepêşandaneke xelkê navçeya Hol, dema bêhtir ji sê hezar xwepêşander ji gundê Um Hicêra derketin ber bi bajarokê Hol, bi daxwaza ku vegerin bajarokê xwe, piştî ku YPGê ew bi neçarî ji malên wan derxistibûn û dest danîn li ser malên wan û bisedan ciwan girtin.
Hin çavkaniyan amaje kiribûn ku milîtanan zeviyên çandiniyê firotin bo mîlîşên Elsenadîd yên li kêlek wan şer dikin, û rûberê wan zeviyan nêzî 4500 donimên avdayî yên çandina genim tê xeminandin.
Herwiha YPG gef li xwepêşanderan xwarin bi êrîşkirina li ser wan gundên koçber lê dimînin li gundên Hol dema daxwaza vegera xwe bi xwepêşandanên aştiyane bikin.
Çalakvanan diyar kir ku ev siyemîn xwepêşandana xelkê bajarok e ya ji bona YPG rê bide wan bo vegerin bajarokê xwe.
Hêjayê gotinê ye, ku bideh-hezaran ji xelkê Hol ji aliyê YPGê ve bineçarî û dibin gefa çekan de koçber bûne , ku di rewşeke mirovî ya kambax de dijîn bi sedema hejariyê û kêmbûna xwarin û derametên wan piştî talankirina malên wan û rêgirtin bona karkirinê di nav zeviyên xwe de.
Jêder: Hevbendî+ Tora Şam