Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, zanyariyên belav bûne derbarê bûyerên ku li gundê Yaxûr li devera Maabatli dişopîne, da ku bighêje rastiya wan bûyerên cihê mixabiniyê yên ku li wê deverê pêk tên, û tekeziyê li ser redkirina xwe ya bi tundî ji her cure binpêkirinên maf û rûmeta xelkê li Sûriyê dike, ji ber ku şoreşa Sûriyê ya pîroz ji bo bidestxistina dadperweriyê, dabînkirina maf û azadiya welatiyan û rêzgirtina li rûmeta wan vêketiye.
Hevbendiya Niştimanî rijd e li ser bidestxistina dadwerî, serweriya yasayê û dabînkirina jiyaneke rûmetdar û ewle li navçeyên rizgarkirî û seranserî Sûriyê, û bi guhdaneke mezin çavdêriya pêngavên şopandina bûyerê di rêya dezgehên taybetmend re dike.
Hevbendiya Niştimanî bi hemû pêkhateyên xwe ve tekezîyê li ser parastina maf û rûmeta xelkê li navçeyên rizgarkirî dike, bi awayê ku hêviyên gelê me yê gewre pêk bîne, ew gelê ku li dijî neheqiyê rabû û ji zêdetirî 13 salan de û heta niha ji bo bidestxistina dadmendî, azadî, demokrasî û serweriya yasayê şer dike û qurbanîyan dide.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî