Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs careka dî bang li hikûmet û saziyan bo destwerdanê kir, da ku derdeseriyên sûriyên ku li çemê Evros yê Yonanistanê asê mane bidawî bîne.
Û Idrîs bo ajansa SNA got ku sûriyên ku li çemê Evros asê mane duh ji neçarî berê xwe dan bejahiya Yonanistanê, û di cî de polîs hatin û ew birin navendekî li bal penaxwazan bi zîndana Ebo Şebek tête naskirin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Penaberan tekez kir ku penaberên Sûrî rastî lêdanê hatin, û ji encamê du kesanî canê xwe ji dest dan, û hinek ji wan ji hişê xwe ketin, û bal kişand ser ku Sûrî veguhastin giraveke nû.
Û Idrîs bang li hikûmet û saziyên navdewletî bo destwerdana lezgîn ji bo rizgarkirina sûriyan kir, û tekez kir ku rewşa mirovahî gelekî dijwar e, nemaze piştî mirina du penaxwazan ji nav wan.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir ku fişarê li ser hikûmeta Yonanistanê bike, û tevgereke bilez ji bo dabînkirina alîkariyên xwarinê û yên pizîşkî di zûtirîn dem de bike, ji bo rizgarkirina penaxwazan ji mirinê û nehiştina çêbûna bobelateke nêzîk.
Û Hevbendiya Niştimanî, berpirsyariya tam avête ser milê hikûmeta Yonanistanê di mijara saxlemiya penaxwazan û tiştê ku tê serê wan û binpêkirinên ku ew rûbirûyî wan dibin, nemaze derbarê ew girûpa ku rewşa wê xirab bûye, û li giravekê li rex çemê Evros tevaya endamên wê bê xwarin û av mane, û zarok, jin û nexweş di nav wan de hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî