Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Navdewletî ya Zanayên Misilman, D. Elî Elqeredagî, hewla rijêma Esed ya jinavbirina şopên gorên komî li Bebêla li gundewarê Şamê şermezar kir, û dît ku ev kiryara hovane binpêkirineke eşkere ji mafê mirovî û yasaya navdewletî re ye.
Û Elqerdagî li ser rûpela xwe ya Twitterê got ku windakirina nîşanên tawanê û veşartina rastiyê lîstina bi mafê qurbaniyan û malbatên wan e, ên ku divên çarenivîsa hezkiriyên xwe zanibin û dadmendiyê bi dest bixin, û ev yek nûçeyek bi êş û dijwar e, û ji dadweriya navdewletî ya niha re cihê şermezariyê ye, piştî zêdetir ji deh salan di ser dîtina gora komî re derbas bûne.
Û Elqerdagî got ku sivkatiya rijêmê bi nîşan û dîdevaniyên tawanên hovane yên ku ji aliyê hêzên wê ve pêk hatine, hovîtî û tundrewiya rijêma Esed nîşan dide, û cext kir ku tawankar nikarin ji encamên kiryarên xwe yên hovane rizgar bibin.
Û Elqerdagî tekez kir ku em nikarin ji bîr bikin, an rê bidin paşguhkirina tawanên cengê û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê, û civaka navdewletî han da ku lêkolînê li ser van tawanan berdewam bike, û berpirsan radestî dadgehê bike.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku hewildanên hêzên rijêma Esed ên veşartina nîşanên tawanên xwe li Bebêla bi rêya veguhestina termên bi dehan sivîlên ku ji aliyê hêzên rijêmê ve hatibûn kuştin ji goreke komî li Bebêla berve cihekî nenas de, sivkatiya vê rijêmê bi xwîna sûriyan ji aliyekî ve tîne ziman, û ji aliyekî dî ve tirsa wê diyar dike derbarê ku bandora van tawanan dê wê bikişîne dadgehan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî