Hejmarek ji sûriyan dilnerazîbûna xwe derbarê berdewamiya armanckirina sivîlên bêguneh ji hêla rijêma Esed ve li bêhtirî parêzgehekê li Sûriyê bi top û mûşekan di dema bêdengiya rijêmê derbarê êrîşên dagîrkerê Îsraîlî li ser cîgihên hêzên rijêmê anîn ziman.
Û alavin rojnamevanî ên xwecihî gotin ku dengê teqînên dijwar berbanga duhonî roja yekşemê li herdû deverên Meşroi Dumer û Qezaya Qudsiya yên Şamê bihîstin, li gel nûçeyên êrîşên dagîrkerê Îsraîlî li ser paytexta Şamê.
Û hevdemî li gel wan teqînan topxaneyên rijêma Esed û Rusya taxên nişteciyan û zeviyên çandiniyê li bajarokê Mearit Elneisan û gundê Şillx li gundewarê Idlibê armanc kirin, bêyî ku ti kes birîndar bibe, û bi topxaneyên giran derdora gundê Sermaniyê li gundewarê parêzgeha Hemayê armanc kirin, ew jî bû egera ku ziyanê bighê malûmilkan xelkê, lê bêyî ku bombebaran bibe sedema ketina qurbanî û birîndaran di rêzên sivîlan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî