Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekezî li ser redkirina xwe kir ji kongirê ku Wezareta Bergiriyê ya Rûsî derbarê doseya penaberên Sûrî ragihandiye, ji ber di dema ku Rûsiya daxwaza lidarxistina wek vî kongirî dike; hîn di pêkanîna tewanên cengê de di riya êrîşên li ser sivîlan li bakurê Sûriyê berdewam e.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de doh got ku çênabe wek vî kongirî ji aliyê berpisyarê di ber tewanan de lidar bikeve, û çênabe ew kongir çêbibe bêyî pêkanîna giringtirîn mercên vegera Sûriyan bo welatê xwe, û di serî de divê sedema koçberbûnê û bombebaran nemîne, û veguhestina siyasî bicî were, û jîngeheke aram bo vegera ji ber xwe ve ya rûmetdar bo penaberan dabîn bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Kongirê Rûsî tenê hewildan e ji bo siponseriya tewaneke nû dermafê gelê Sûrî, û armanc jê ew e ku careke din rewayê bide tewanbar Beşar Esed di bin perdeya mirovahî de, bi navê vegera penaberan.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku dagîrkerê Rûsî û yên bi navê wê diaxivin û nokerên wê, yên herî dawiyê ne ku karin li ser doza Sûrîyê biaxivin, nemaze di doseya koçberkirinê de, û tekez kir ku dosta tewanên cengê û koçberkirin û gurkirin û binpêkirina rêkeftinan, kurtiya tiştên ku Rûsiya yaku piropogendayê wek aliyekî garantor ji xwe re çêdike pê radibe diyar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî dît ku rêxistinkirina kongirê Rûsî pilansaziyeke eşkere ye dijî biryarên Encûmena Ewlekariyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254, û got ku Rûsya hewil dide ku mafên resen û pêşîn bavêje, yên ku divê li gorî demeke nîşankirî werin cîbicîkirin.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku mifajêgirtina Rûsiya ji doseya vegera koçber û penaberan di bazarên siyasî de, ne tiştekî nû ye, ji ber ku ew car li dû carê di xiştekara pilanên Kirêmlên de tê, û armanca dawîn jê piştgiriya mana rijêmê ye, û wê li ser gelê Sûrî û civaka navdewletî bisepîne, û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên girêdayî Sûriyê yek li dû yekê hilweşîne.
Û Hevbendiya niştimanî daxwaza avêtina pêngavin piratîk bo sepandina çareya siyasî li Sûriyê ji Civaka navdewletî kir, ji bo rûbirûbûna pilanên Rûsiya bike, ya dixwaze niha doseya vegerandina koçberan derfet bibîne ta bighêje vekirina doseya nûavakirinê, ew dosyên girêdayî hin mercên ta niha ne amade ne, û ya herî sereke destpêkirina pirosesa siyasî ye, daku tevaya biryara 2254 cîbicî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî