Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nasir Elherîrî, civînek ji dûrve li gel Nûnera Herdem ya Saint Vincent and the Grenadines li bal Netewên Yekbûyî û Seroka Encûmena Ewlekariyê ya heyva çirya paşî, Inga Rhonda King, lidar xist, û pê re behsa dawîtirîn pêşketinên meydanî û siyasî yên girêdayî Sûriyê kir.
Û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo amade bû, û Serokê Hevbendiya Niştimanî civat bi tekeziya li ser gihîştina çareya siyasî di riya cîbicîkirina tam ji tevaya xalên biryara navdewletî 2254 dest pê kir, ew jî li gorî xiştekara nîşankirî û pilana demê yaku di biryarê de hatîye, daku bighêje destpêka hukumdariyek xwedî bawerî û ne mezhebî bo tevaya sûriyan, û dariştina destûrekî nû, û lidarxistina hilbijartinên azad û pak li gorî destûrê nû, bi serpereştiya Netewên Yekbûyî, û bi beşdariya tevaya Sûriyan tevî yên li welatên biyaniyê û di jîngeheke aram û bêalî de, her weha xebat li ser mercên avakirina baweriyê bête kirin, yaku divê tevaya karên dijminkarî werin rawestandin, û tevaya girtî û binçavkiriyên kotekî werin berdan.
Û Elherîrî bal kişand ser ku rijêm di rêbaza leşkerî de li deverên rizgarkirî yên bakurê welêt berdewam e, ew jî wek binpêkirineke beloq e ji rêkeftina agirbesta ku li Sotşî hatiye îmzekirin, û li ser hewildanên ku rijêm dike bi zorê têkeve Deraa axivî, ji ber ku hêzên rijêmê bi gereka xiniziya nû radibin, ew jî wek binpêkirineke eşkere ye dijî rêkeftinên kêmkirina şer li deverê ne, tevî pirosesên serdegirtin û tirsandinê.
Û Elherîrî got ku tiştê dibe nameyeke zelal e ji aliyê rijêmê ve, û ew têde rijde ku dê li ser rêbaza leşkerî berdewam be, û pê bawer e ku koçberkirina kotekî û guhartina demografî çareya guncaw e li Sûriyê.
Û Elherîrî bal kişand ser ku di dema wan binpêkirinên ku rijêm pê radibe de, ew bi serpereştiya Wezareta Berevaniyê ya Rûsî kongirekî navdewletî bo vegera penaberan lidar dixe, û Elherîrî tekez kir ku rijêma Esed berpisyar û sedema sereke ye di ber koçberkirina Sûriyan û qewtandina wan ji malên wan de.
Û dît ku Kongirê Rûsî tenê hewildan e ji bo siponseriya tewaneke nû dermafê gelê Sûrî, û armanc jê ew e ku careke din rewayê bide tewanbar Beşar Esed di bin perdeya mirovahî de, bi navê vegera penaberan.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bawer e ku çareya siyasî ew bingeha misogerkirina ewlehî û aramiya domdar e li Sûriyê, ji ber ku ew vegera aram û ji ber xwe ve û rûmetdar dabîn dike, daku penaber û derbider vegerin cihên xwe yên resen li gorî biryara navnetewî 2254 û rênmayên navdewletî yên komisyona penaberan.
Û Elherîrî pesnê rapora Civata Giştî ya îsal û pejirandina wê ji pirojeya biryarekê û dengdana li ser wê da, yaku destûrê dide ku ji nû ve deriyên Elselam û Elrebîaa veke, wekî ku di Biryara 2165 ya resen de hatî destnîşankirin, ji bo alîkariyên mirovî bigihînin hewcedarên li Sûriyê.
Û Elherîrî cext kir ku sizayên Emrîkî û Ewropî yek ji şêweyên fişarê ne li ser rijêmê, daku bi rengekî cidî tevlî pirosesa siyasî bibe, li gorî biryarên navdewletî yên têkildar, û eşkere kir ku ev ceza ne sedemên sereke ne ji rewşa xirab ya welêt û derdeseriyên sivîlan re, û got ku rijêma Esed û çeteyên pêre ew sedemên sereke ne ku rewşa aborî hêdî hêdî li welêt têk biçe, û berdewamiya wê di bikaranîna samanên darayî di helmetên leşkerî dijî sivîlan de.
Û Elherîrî bal kişand ser ku ev siza zorê dide rijêmê û yên pêre yên tevlî pêkanîna tewanên cengê dermafê sivîlan bûne, û alîkariyên mirovahî û derman û alavên pizîşkî û xwirdemenî dervayî sizayan in.
Ji aliyê xwe ve Nûnera Herdem piştgiriya welatê xwe ji gihîştina çareseriyek siyasî re li ser bingeha pirosesa siyasî bi serkirdayetiya Sûriyan li gorî biryara 2254 diyar kir, û xemxwariya xwe derbarê rewşa girtiyan, nemaze jin û zarokan, û derdeseriya malbatên ku çarenûsa kur û keçên xwe nizanin anî ziman.
Û ji ber ku mixabîniya xwe derbarê ku ta niha ti pêşketin di doseya girtiyan de çênebûye anîn ziman, û got ku agirbest û serbestberdana girtiyan yek ji binyatên avakirina baweriyê ye li rex pirosesa siyasî.
Û tekez kir ku welatê wê dewleteke biçûk e û endama Encûmena Ewlekariyê ye û pir miqateye ku helwestên bêalî û hişmend bistîne, û di hemû kiryar û biryarên xwe de xwe dispêre piştrastiyan, û bal kişand ser ku tevî biçûkbûna welatê wê lê revendeke Sûrî ya girîng li ba wan heye, û wê yekê hêşt ku çanda Sûriyan baş zanibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî