Hevbendiya Niştimanî cext kir ku alîkariyên mirovahî yên navdewletî yên ji sûriyan re têne pêşkêşkirin, tiştekî pêwîst e û dest jê nayê berdan, çi li Sûriyê be an li dewletên derdorê be, ji ber ku hejmara sûriyên debara jiyana xwe bi alîkariyên mirovahî dikin dighêje 14.6 melyon kesî, li gorî serhejmariyên navdewletî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de êvara lidarketina kongirê şeşemîn yê bexşînkaran li Broksela paytexta Belcîka, got ku alîkariyên mirovahî yên ji sûriyan re têne pêşkêşkirin, weke damara jiyanê ye ji bimelyonan kes re tevî zarok û jinan, nemaze alîkariyên girêdayî tendurustî û ewlehiya xwarin û hînkirinê, û di vî warî de Pirograma Ewlehiya Xwarinê WFP bal kişand ser ku 3 ji her pênc kesan li Sûriyê derdeseriya tunebûna ewlehiya xwarinê dikşînin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya gihandina alîkariyên mirovahî bo malbatên hewcedar di riya dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovahî di xalên sînorî re kir, bêyî ku guh bidin hêrskirina Rûsiya, yaku bi awayekî berdewam gefên bikaranîna VETO di Encumena Ewlekariyê de dixwe, û Hevbendiyê cext kir ku pir pêwîst e alîkariyên miriovahî di riya rijêma Esed re neyên şandin, ji ber ku wan alîkariyan bo pşitgiriya milîsên ku sûriyan dikujin bikar tîne, û dema alîkarî di riya wê re tên, di warê siyasî û mirovahî de sûdê jê werdigire.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku xelkê me yên li deverên di bin kontirola rijêmê de dijîn, hewcedarî alêkariyên mirovahî ne, lê gendeliya rijêmê û saziyên wê nahêlin ku alîkarî bighêjin kesên birastî hewcedar in, lewra Hevbendî cextî li ser pêwîstiya ku alîkarî di riya sazî û aliyên navdewletî yên bi rijême ve ne girêdayî re bighînin welatiyan kir, daku sûdewergirtina xelkê me yên li wan deveran ji alîkariyan dabîn bibe, bêyî ku werîn dizîn an rijêm û milîsên bi ser ve ji xwe re bikar bînin, û bêyî ku di riya saziyên gendel re derbas bibin, an têkevin xizmeta leşkergeh û milîsên rijêmê de.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku tevî giringiya alîkariyên mirovahî, lê tiştê herî girîng ew e ku sedema vê tirajîdiyê ji holê rabe, yaku rewşeke mirovahî ya xirab ji tevaya gelê Sûriyê re afrandiye, ew sedem jî rijêma tawanbar e, û got ku rijêma Esed û Rûsiya û Îran bi awayekî temamî di ber vê kêşeya mirovahî ya bêhempa de berpisyar in, bi sedema siyasetên wan ên tawankarî yên rêbazkirî yên ku bi dirêjiya salên bûrî dijî gelê Sûriyê pêk anîne.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ev alîkarî ne armanca sûriyan in, lê ew tenê rêyeke ji bo zindî bimînin, û dijî rewşa dijwar yaku têde dijîn li ber xwe bidin, ji ber ku armanca sûriyan ew e ku ji rijêma Esed û desthilatdariya wê rizgar bibin, û Sûriyê jinûde ava bikin, daku karibin vegerin bajarên xwe, û Sûriya nû yaku azadiya mirov û rûmeta wî diparêze ava bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî