Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bo Biroksilê, hevdîtin li gel hejmarek ji çalakvanên niştimanperwer ên revenda Sûrî li Belcîka li dar xist, nûnerên Rêxistina Asûrî ya Demoqratîk û Encumena Niştimanî ya Kurd di nav wan de hebûn, li kêleka kongirê salane yê bexşînkaran yê derbarê Sûriyê birêve diçe.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit Serokatiya Şandê kir, û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Cîgira Serok Ruba Hebûş û Herdû Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Ebdellah Gedo û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk tê.
Û amadebûyan behsa pirosesa çaksaziyê yaku Hevbendiya Niştimanî bi guhertina sîstema wê ya bingehîn dest pê kiriye, û rêşûnên li pey hatine wek pejrandina pevguhertina nûnerên encumenên xwecihî û temamkirina şêwirdariyên berfirehkirinê kirin.
Û kesên amade li ser giringiya xurtkirina pêwendiyan li gel Revendên Sûrî û kartêkerkirina rola wan di riya karê li ser lêpirsîna rijêmê û sizakirina wê de, çi li ser tawanên ku dermafê sûriyan pêk anîne be, an li ser berdewamiya girtina sivîlan û windakirina wan be, axivîn.
Û Şandê Hevbendiyê dê hejmarek ji hevdîtinên giring li kêlek civata li gel Nûnerên Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa û Emerîka li dar bixe.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku hîn piştgiriya navdewletî ji doseya Sûrî re heye, û cextî li ser pêwîstiya fişarên navdewletî li ser rijêma Esed û Rûsiya kir, ji bo rawestandina tawanan dermafê gelê Sûriyê û kartêkerkirina pirosesa siyasî û vekirina tevaya rêyên biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî