Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê careke din daxwaz ji encûmena ewlehiya navdewletî û şanderê taybet yê NY Stîvan Dî Mestora kir, ji bo standina rêşûnên pêwîst bo rizgarkirina sivîlan û rawestandina komkujiyan û dadgehkirina tawanbaran.
Di daxuyaniyekê de, Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku duhî roja çarşemê “kuştarek hovane” bi firokên Rûsiya li nêzîkî bajarê “Ele’şara” li başûrê rohilatê Dêrazorê hat pêkanîn, û têde nekêmtir ji 50 sivîlî şehîd ket û piraniya wan jin û zarok bûn”.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku “zaniyariyên hatine tekez dikin ku koçber hatine bombebarankirin dema ji bombebarankirina hovane ya berdewam baz didan û li çemê feratê didan ji bo ber bi navçeyên aramtir de biçin”, û xuya kir ku “cihê wan rasterast ji aliyê dagîrkariya Rûsiya li ber tava rojê hat bombebaran kirin, û bû sedema çêbûna komkujiyekê û bi dehan kuştî û birîndar ketin”.
Hevbendiya Niştimanî tawana hovane şermezar kir, û hevdem civaka navdewletî “berpirsyar dît di ber berdewamiya kuştinê ya ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsiya û banda Esed û milîsên Îranê dibe, bi kiryar û tawanên şer û binpêkirinên bêsînor û binpêkirina yasa navdewletî û biryarên encûmena ewlehiyê”.
Hevbendiyê tekez kir ku “sivîl di navçeyekê de hatine dorpêçkirin û rojane rastî bombebarankirinê ji aliyê firokên Rûsiya û bandên Esed dibin”, û got “herwiha li ser zemînê rastî tawankariya rêxistina terorîst ya DAIŞ dibin, hevdem ligel tinebûna rola civaka navdewletî û veşartina tawanên çend aliyan yên derheq nişteciyan de”.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de dît ku “peyketin û armanckirina koçberan bûye dîmenekî berdewam, û bal kişand li ser komkujiya berî çend rojan ya armanckirina karwanekî sivîlên dorpêçkirî li gundewarê rojhilat yê Hemayê “ji aliyê bandên Esed” û têde 80 şehîd ketin ku piraniya wan jin û zarok bûn, tevlî birîndarbûna hejmareke mezin ji kesan.
Hevbendiyê amaje kir ku “niha bi hezaran sivîl li navçeya (Dêrazorê) li bin êrîşên esmanî û bajayî dorpêçkirî ne”, û diyar kir ku ev yek dibe “ligel tinebûna xizmetgozariyan û nebûna kertê saxlemiyê bi yek carî, û hewcedariya wan ya bilez bi hawarhatinê û alîkariyên xwarinê û pizîşkî “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî