Komîta navdewletî ya Xaça Sor a Navdewletî bikaranîna tundutîjiya giran ya bûyî sedema kuştina bi sedên sivîlan û wêrankirina nexweşxane û xwendingehan di herdu heftiyên borî li hin navçeyên Sûriyê şermezar kir.
Duhî di raporta Xaça Sor de hat ku “deh nexweşxane li deh rojên borî rastî ziyanan hatin, ku bû sedema bêparkirina bi sedhezaran kes ji kêmtirîn guhdana tenduristî”.
Xaça Sor dît ku tundutîjî gihiştiye ” xirabtirîn û dijwartirîn” ast her ji şerên Helebê yên sala par ve, bi sedema oparesyonên rijêma Esed û Rûsiya ji aliyekî û ji aliyekî din bi êrîşên esmanî yên firokên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî deverên rêxistina DAIŞê.
Ji aliyê xwe ve, ofîsa hemahengiya karubarên mirovî ya NY duhî di daxuyaneke têrutesel de got ku armanckirina sivîlan û navendên giştî “dibe binpêkirinek metirsîdar ji mafê mirovan û yasa mirovînî ya navdewletî re, û dibe ku bigehêje heta asta tawanên şer”.
Seroka komîta Xaça Sor li Sûriyê Mariyan Gasir got ku ” bi dirêjahiya du heftiyên borî , me zêdebûna pêleke oparesyonên leşkerî yên cihê nîgeraniyê û bûne sedema kuştina hejmareke mezin ji xelkê sivîl dît “.
Herwiha rêxerê herêmî yê komîteyê yê karubarê mirovî, Banos Momtizîs, sersomaniya xwe nîşan da li hember raportên tên derbarê zêdebûna hejmara qurbaniyan di nav sivîlan de bi sedema pirbûna êrîşên esmanî li Sûriyê”.
Momtizîs dît ku “armanckirina sivîlan û navendên giştî û nexweşxane û navendên din tişteke nayê qebûlkirin, û dibe binpêkirineke metirsîdar ji mafên mirov û yasa mirovî ya navdewletî re, û dibe bigehêje heta bi asta tawanên şer”.
Hevdem li herdu heftiyên borî û bi awayekî berçav raport ji aliyê saziyên mafên mirov derketin, têde tekezî dikirin li ser bilinbûna hejmara kuştiyan li çend navçeyên Sûriyê û nemaze li bajarê Reqê û parêzgeha Dêrazorê bi sedema êrîşên esmanî yên firokên Rûsiya û Rijêmê ji aliyekî, û ji aliyek din yên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka li ser cihên DAIŞê.
Hêjayê gotinê ye ku destpêka vê heyvê kuştina zêdetir ji 3 hezar kesî di heyva êlûnê ku nêzîkî hezar sivîlî di nav wan de hebûn hat belgekirin, wek bilindtirîn serjimêriyek heyvane ya kuştiyan her ji destpêka vê salê de ku ji aliyê saziyên mafên mirov hatiye belgekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/Wekalat