Çalakvanin Sûrî li malperên danûstandinên civakî dest bi kampaniyekê bi navûnêşana Holokosta Dêra Zorê dest pê kirin, tako rewşa hejmara mezin ya qurbaniyên sivîl li Dêra Zorê yên bi sedema operasiyona leşkerî ya ko rêjîm û firokên Rûsî ji alîkî ve û hêzên QSD yên ji hêla Emerîka ve piştgirtî ne ji aliyekî din ve, diyar bikin.
Raporteke Toreya BBC anî ziman ko çalakvanên Sûrî kampanyeke ragihandinî di malperên danûstandinên civakî de dest pê kirine ji bo dengê xwe bigehînin raya giştî ya cîhanî derbarê pirbûna hejmara qurbaniyên bi sedema operasiyona leşkerî li ser Dêra Zorê.
Toreyê got ku Haştaxa “Holokosta Dêra Zorê”bêtir ji 7000 Twitê di 24 demjimêran de anî, heta duh.
Di kampanyayê de ya ko çalakvanan dest pê kirine hatiye ko êrîşên hêzên rêjîma Beşar Elesed, yên bi piştgiriya asmanî ji hêla Rûsya ve operasiyoneke leşkerî li ser Dêra Zorê ji bo berdana DAIŞ pêk tînin, bûn sedema kuştina bi sedên sivîlan bi êrîşên firokên Rûsya û rêjîmê.
Çalakvanan di Tiwîtên xwe de destnîşan kirin ko bi behaneya şerê li dijî tiroristiyê bi sedan sivîlên Dêra Zorê li pêş çavê cîhanê têne kuştin û kes dengê wan nabihîze.
Çalakvanan di Tiwîtên xwe de anîn ziman ko bi dehan şehîd û birîndar bûne qurbaniyên kuştara ji encama êrîşên firokên Rûsî li rêbuhêrka çemî ya navbera herdu bajarokên Dirinc Eleşara de pêkhat.
Li hêleke din jî, bi sedên sivîlan tevlî jin û zarokan ji encama pevçûnên ko hêzên QSD ên bi piştgiriya hevpeymana navdewletî ya bi serkêiya Emerîka şehîd ketin.
Hevbendiya Niştimanî hemû komkujiyên ko salixê wê bi (hovane) da pirotesto kirin, û daxwaza sizakirina berpirsiyarên wan kuştaran kir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî