Emîndarê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Riyad El-Hesen got; dê Desteya Siyasî sibe roja Çarşemê, civîneke awarte lidar bixe, bo gengeşekirina encamên giftûgotên Cenêvê, û rawestana li ser pêşinyarên ku şanderê navdewletî De Mistura pêşkêş kirine, herwiha kaxezên ku şanda rêjîma Esed pêşkêş kirine, û behsa bijardeyên heyî li pêşiya Desteya Bilind ya Danûstandinan, û şanda danûstandkar di gera bê de.
Di vê civînê, dê endamên Hevbendiyê û Desteya Bilind ya Danûstandinan beşdar bibin, û şanda danûstandkar,û şanda şêwermend, û kesên beşdar di danûstandinên Cenêvê de.
Ev yek tê piştî ragihandina Desteya Bilind ya Danûstandinan bi ragirtina giftûgoyan û paşxistina wan, wek nerazîbûnekê li ser berdewamiya rêjîma Esed û hevalbendên wê di binpêkirina agirbestê de, û kuştina rojane ji welatiyên Sûriyê re, û piştî komkujiya ku balafirên rêjîma Esed îro, li Me’ret El-Nu’man pêk anîn, ku balafirên cengê çend êrîş li ser bazareke gelêrî li sentera bajêr pêk anîbûn, ku di encam de bi dehan welatî şehîd û birîndar ketibûn.
Jêder: Hevbendî.