Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, civînek li gundewarê Helebê li gel nûnerên tevaya saziyên cîbicîkar û çalakvaniyên şoreşgerî û sendîka û yekîtî û komele û kombendan li dar xist, û bi wan re li ser pirosesa çaksaziyê û temamkirina şêwirdariyên berfirehkirinê axivî.
Û di civatê de endamên herdû Desteyên Siyasî û Giştî yên Hevbendiya Niştimanî û serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî amade bûn.
Û civatê derdora pênc katijmêran berdewam kir, û tê de beşekî berfireh ji kesayet û komeleyan wek rêvebirên dergehên sînorî, serokên encumenên xwecihî û yên encumenên parêzgehan û yên sendîka û yekîtî û komeleyên sivîl û partî û şepêlên siyasî û rûsipiyên deveran û Encumena êl û Hozan amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser biryarên ku Desteya Giştî di çarçoveya pirosesa çaksaziyê de standine û mîkanîzmên bi kar anîne pêşkêş kir, û tekez kir ku negengaz e sîstema bingehîn yaku sala 2012 hatiye danîn di rewşa niha de berdewam bibe, nemaze piştî guhertinên mezin li ser xakê û çalakbûna pêkhatan û hebûna wan.
Û Elmislit bal kişand ser ku daxwazên saziyên şoreşgerî Hevbendiya Niştimanî berve pirosesa çaksaziyê birin, û ew jî niha bizavê ji bo guhartina berfireh dike, çi li ser asta rêbaza saziyê û karên wê be, an li ser asta rêya siyasî be.
Û Elmislit ronî da ser giringiya pêngava dahatî bo temamkirina şêwirdariyên berfirehkirinê, daku pêkhatên çalak li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê tevlê bibin kir, û cextî li ser giringiya hevkariyê bo biserxistina pirosesa çaksaziyê û temamkirina şêwirdariyan ji bo ku bighînin nûnertiya rasteqîn di hundir Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî de kir.
Û Elmislit cextî li ser pêgiriya bi daxwazên şoreşa Sûriyê û gelê Sûrî di rûxandina rijêmê de û pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, li ser giringiya pirosesa çaksaziyê di kartêkerkirina Hevbendiya Niştimanî de daku bibe sîwaneke rasteqîn bo tevaya saziyên li ser xakê kar dikin axivî, û bal kişand ser pêwîstiya temamkirina şêwirdariyan û zengînkirina Hevbendiyê bi kesayetên çalak û xwedî bandor.
Û endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf, li ser karê Komîteya ku lêkolîn di sîstema bingehîn de çêkirine yaku tevaya pêkhatên Hevbendiya Niştimanî têde ne axivî, û bal kişand ser ku Komîteyê pêşniyarek ji Desteya Siyasî re derbarê guhertinan pêşkêş kir, piştî lêkolîna bêhtir ji çar heyvan û di pey re di Desteya Giştî de bi pesendkirina 60 endamî ji 64an biryar pê hate dan.
Û endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs, tekezî li ser giringiya pirosesa çaksaziyê yaku Hevbendiya Niştimanî pê radibe bo nûnertiya rasteqîn ya saziyê û zengînkirina wê bi kesayetên çalak kir, û xwest ku saziyên şoreşgerî û sivîl û leşkerî li dora Hevbendiya Niştimanî bicivin, daku piştgiriya biyarên ku dane bikin.
Û endamê Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî, bal kişand ser ku pirosesa çaksaziyê tu kesê destnîşankirî armanc nekir, lê ew piroses li gor vekolîn û gengeşiyeke kûr di nav pêkhatên Hevbendiyê de hat, û got ku ger em daxwaza saziyeke jîndar bikin, pêwîst e çaksazkirin hebe.
Û amadebûyan pesnê pêngava ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye di çarçoveya çaksaziyê de dan, û tekezî li ser giringiya ku ev biryar li ser zemînê cî bigrin û berdêlin rasteqîn têkevin şûna yên derketine kirin, daku hevbendî bimîne nûnerê rewa yê gelê Sûriyê û serpereştiya daxwazên gel di azadî û rûmetê de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî