Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, bi serdanekê bo navenda xizmetkariya welatiyan ya girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî li Îyaleta Gazî Entab ya Tirkiyê rabû, û li rêvebirina karê ku têde dibe temaşe kir.
Û di vê serdanê de Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo û Endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Elmislit li gel rêvebirên ofîsê behsa tevaya astengiyên ku rastî karê wan tên kir, û xizmetkariyên ku ofîs ji welatiyên sûrî re pêşkêş dike wek belgekirin û pesendkirinê ji nêz de nas kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî