Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit serdana Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Îyaleta Gazî Entab ya Tirkiyê kir, û hevdîtinek li gel Rêvebirê Ofîsê Mihemed Elşemalî li dar xist, û li rewşa karê ofîsê temaşe kir.
Û di vê serdanê de Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo û herdû endamên Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û Mihemed Yehya Mektebî û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Elmislit li astengiyên ku rastî karê Ofîsê tên ji bo çakkirina rola wê di piştgiriya sûriyên ku li Îyaleta Gazî Entab dijîn guhdarî kir, daku di riya hevrêziya li gel aliyên Tirkiyê yên pispor re bar li ser wan penaberan sivik bike.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya rola ofîsê bo şopandina karûbarê Revenda Sûrî li Îyaleta Gazî Entab û lidarxistina çalakiyan bi awayekî berdewam û rolane kir, daku sûdê ji karînên hemû sûriyan bibhînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî