Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li Îyalata Gazî Entab ya Tirkiyê kir, û hevdîtinek li gel çalakvan û rojnemevanan û nûnerên partî û şepêlên siyasî û çalakvan û kombendên gelêrî li dar xist, û bi wan re behsa biryarên dawîn yên ji aliyê Desteya Giştî ve di çarçoveya çaksaziyê de derketine û armancên wan û pêngavên di pey re kir.
Û di vê serdanê de Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û herdû endamên Desteya Siyasî Bedir Camûs û Besme Mihemed hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Desteya Giştî biryarin wêrek ji bo biserxistina pirosesa çaksaziyê standin, û cext kir ku armanc ji pirosesê ew e ku pêkhatin rasteqîn û çalak li ser xakê tevlî Hevbendiyê bibin, ji bo ku Hevbendî kartêker bibe û bêhtir hevbeşiyê li gel civaka xwe ya şoreşger û gelêrî bike.
Û Elmislit ronî da ser mîkanîzma ku pirosesa çaksaziyê pê birêve çûye yaku di riya avakirina Komîteyekê bo lêkolîna sîstema bingehîn li gel hemû pêkatên Hevbendiya Niştimanî dest pê kiriye, û di pey re bo gengeşeyê li pêşiya Desteya Siyasî hatibû raxistin, û li dawiyê di riya Desteya Giştî re biryara ku pê hatiye danîn berçav kir.
Û Elmislit got ku pêngava niha ya Hevbendiya Niştimanî weke temamkirinê ye ji pirosesa berfirehkirinê re, yaku berî çend rojan di riya şêwirdariyên berfireh re li gel sazî û çalakvanên şoreşger û sendîka û yekîtiyan li deverên rizgarkirî dest pê kiriye, û tekez kir ku komik û desteyên nû yên ku xwînin nû li Hevbendiyê zêde bikin dê tevlî Hevbendiyê bibin.
Ji aliyê xwe ve amadebûyan tekezî li ser giringiya pêngava ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye kirin, û xwestin ku mîkanîzmin zelal ji bo tevlêbûna pêkhatên nû hebin, û pîvanan bo kesayetên niştimanî yên serbixwe deynin.
Û Şandê Hevbendiyê tekezî li ser rola ciwanan û jinê û pêwîstiya beşdariya wan di karê siyasî de û pêşkêşkirina wan di hundir Desteya Giştî û Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî de kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî