Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi rêka skypê, civînek ligel çend serkirdeyên sivîl yên Xûta rojhilat li dar xist, ji bo şopandina bûyeran û oparesyonên leşkerî yên ji aliyê rijêma Esed û milîsên mezhebperist yên tawankar dibin.
Hevbendiyê ji aliyê xwe ve, pêzanîn dan serkirdeyên Xûta li ser bizavên xwe yên ji bo rakirina dorpêçkirinê ji ser Xûta û vekirina derwazên mirovî û fişarên dibin ji bo gihandina alîkariyên xwarinê yên pêwîst bo secem xelkê dorpêçkirî.
Civîn hat lidarxistin bi amadebûna hersê cîgirên serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa û Ebdubasit Hemo û Selwa Aksoyî, û ji Xûtayê Ekrem Tu’mê cîgirê serokê hikûmeta demkî û çend serkirdeyên biyavên alîkariyên xwarinê û pizîşkî û endamên encûmena parêzgeha gundewarê Şamê.
Rewşa saxlemiyê ya xirab ji aliyê berpirsên biyavê pizîşkî hat diyarkirin, û gotin ku niha 200 nexweşên pêwîstiya wan a bilez bi çareserkirina li derveyî Xûta di nexweşxaneyên taybetmend de heye, û diyar kirin ku 450 nexweşên penceşêrê li Xûta yên bê çareserî derman mane hene, û ambarên derman li Xûta vala bûne ji derman.
Herwiha civîn hat li ser rewşa meydanî ya li Xûta û êrîşên rojane û hewlên berdewam yên hêzên Esed û milîsên mezhebperist li ser eniyên Cober û ‘Eynterma bo derbasî navçeyê bibin, tevî komkujiya Cisrên ya duhî ya ji aliyê hêzên Esed hatî pêkanîn, ya hevdem bû ligel lidarxistina kongirê Astana û axaftina li ser rêkeftina kêmkirina oparesyonên leşkerî dibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî