Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Civîneke Rojnamevanî bo Axaftina li Ser Pêşhatên Proseya Siyasî û Meydanî li Dar Dixe

December 13, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Hevbendiya Niştimanî Civîneke Rojnamevanî bo Axaftina li Ser Pêşhatên Proseya Siyasî û Meydanî li Dar Dixe

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Dîma Mûsa, îro çarşemê, hevdîtinek li gel hejmarek ji rojnamevanên Sûrî yên ku bi awayekî fîzîkî û yên ku “online” ji dûr de amade bûne li gel amadebûna hevrêzkarê Desteya Têkeliyên Derve Ebdilehad Istêfo û endamê Desteya Siyasî Abdellah Gado li dar xist.

Û Mûsa kurtegotinek li ser pêşhatên proseya siyasî û bandorên kêmkirina alîkariyên mirovî yên ku ji Sûriyê re tên terxankirin û encamên serdan û civînên Hevbendiya Niştimanî bi partî, sazî û rêxistinên Sûriyê re û çalakî û hevdîtinên herêmî û navdewletî pêşkêş kir.

Û Mûsa tekezî li ser pêgirtina Hevbendiya Niştimanî bi çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî û di pêşî de biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 kir, wek tekane şêwe ji bo ku çareseriyeke siyasî ya berfereh û berdewam li Sûriyê pêk were.

Û Mûsa awayê karê civaka navdewletî derbarê dosya Sûriyê û ranebûna wê bi berpisyariyên xwe ji bo aktîvkirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêwendîdar rexne kir, û bal kişand ser giringiya nehiştina rijêmê ku proseya siyasî wek giraw û rehîne ji xwe re bikar bîne.

Û Mûsa behsa pêşkêşkirina Hevbendiyê ji pêşniyarin cidî ji ofîsa Nûnerê Navdewletî û dewletên çalak di dosya Sûriyê de re kir, ji bo dîtina nêzîkbûneke nû û berfireh ji proseya siyasî re û cîbicîkirina biryara 2254 ji bo gihîştina çareseriyeke berfireh ku daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, di dewletekê de ku maf, azadî, demokrasî û hemwelatîbûna wekhev ji hemû Sûriyan re misoger bike xwe bi rêve bibe.

Û Mûsa cext kir ku ti çareyên mirovî ji qeyrana mirovî re nînin, û tekezî li ser pêwîstiya danûstandinê li gel sedem û kokên van qeyranan kir, yên ku di binyada xwe de sedemên siyasî ne, di rêya pêkanîna veguhestina siyasî ya tam re li welêt, û bal kişand ser kêmkirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê ji ber pirbûn û alozbûna qeyranên herêmî û navdewletî tên, û hişyarî da ku kirîza mirovî li Sûriyê dê bibe bobelateke mirovî, bi taybetî ku em di destpêka zivistanê de ne.

Û Mûsa diyar kir ku peywendiya Hevbendiya Niştimanî ya berdewam bi dewletên bexşkar û rêxistinên navdewletî yên têkildar bi alîkariyên mirovî re heye, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji kesên hewcedar re, û bal kişand ser giringiya nehiştina kêmkirina qebareya alîkariyan herweha xurtkirina şiyanên berhemdana derbider û penaberan, û piştgirîkirina saziyên hêzên şoreşger û rikberiya Sûrî, da ku bakurê Sûriyê pêşve bibin, da bijardeya mayîna li Sûriyê li bal sûriyan peyda bibe.

Û Mûsa bal kişand ser ku qeyrana dosya bazirganiya keresteyên hişber a ku rijêma Sûrî li ser kûrkirina wê ya navxweyî û hinardekirina wê bo dewletên din berdewam e, û tekez kir ku rijêm qeyranan li deverê çêdike û hinardeyî derve dike, da ku wê weke karteke fişarê bi dewletan re bikar bîne, û piroseya siyasî asteng bike.

Û Mûsa raveyek derbarê plana Hevbendiya Niştimanî ya li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, û tekez kir ku ew giringiyê didin peydakirina ewlehî û aramiyê li bakurê Sûriyê, da ku jîngeheke guncav ji başkirina rewşa debara jiyanê û aboriyê re û handana li ser veberhênanê biafirîne, da bibe alîkar di piştgiriya xweragiriya niştecihên li deverê û penaberan li ser vegerê han bide.

Û Mûsa bal kişand ser ku pêwîstîya vê planê bi hevkarî û berdewamiyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên dî de heye, û di pêşî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û hemû rêxistin û komên kartêker li deverê, ji bo pêşveçûna bakurê Sûriyê û guhertina ketwarê Sûrî da ev rewş bête guhertin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share13TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hikûmeta Sûrî ya Demkî Navendekê bo Pirkirina Tovên Dexl û Dan li Bajarê Elra’î Vedike

Hikûmeta Sûrî ya Demkî Navendekê bo Pirkirina Tovên Dexl û Dan li Bajarê Elra’î Vedike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.